Pêkhateyan li dijî danezana destûrî ya Sûriyeyê meşiyan

Pêkhateyên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, kampa Waşokanî û Serêkaniyê bi meşek li ber bargeha Koalîsyona Navnetewî “Danezana Destûrî” ya ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve hat îmzekirin şermezar kirin.

Hesekê – Bi armanca şermezarkirina danezana destûrî a ku ji aliyê rêvberiya demkî ya Sûriyeyê ve hate îmzekirin, pêkhateyên ji bajarê Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, kampa Waşokanî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşeke girseyî berê xwe dan bargeha koalîsyona navnetewî.

Meşvan helwesta xwe li hemberî danezana destûrî ya hatiye îmzekirin nîşandan û gotin ku ev danezan ne li gor vîn û nasnameya jinan û pêkhateyên li Sûriyeyê ye.

‘Danezana destûrî îradeya jinan temsîla nake’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Kordînasyona Kongra Star Nahid Silman tekez kir ku danezana destûrî ya ku îradeya jinan esas nagre nayê qebûlkirin û temsîla gelan nake û wiha got: “14 salan jinan li hemberî desthiltdara Baasê têkoşiyan, li ber xwe dan. Jinan ji bo civaka xwe ji êrîş û kiryarên dij mirovî biparêze rêxistina xwe ava kirin û di her qadê de cih girtin. Piştî hilweşandina rêjîma Baasê hêviyê gelan ya azadî û demokrasiyê zêde bû. Lê mixabin destûra hat îmzekirin hebûn, reng û rêxistina jin esas negre temsîla îradeya jinan nake. Lewra li hemberî wê emê asta tekoşîna xwe bilind bikin.”

‘Destûr bi hişmendiya mêr hatiye nivîsandin’

Xatûn Îsa ya ji pêkhateya Sûryan destnîşan kir ku destûra hatiye îmzekirin xeterî li ser pêşeroja gelan ava dike û got: “Gel dema derket serhildanê ji bo azadî, wekhevî û xwedîderketina li nasname û hebûna xwe daket qadan. Lê ev destûr mixabin bi hişmendiya mêr hatiye nivsandin û jinan paşguh kiriye. Em vê yekê qebûl nakin me 14 salan têkoşîn kir. Em ê heya dawî jî li hemberî hişmendiya perçekirinê û paşverûtiyê têbikoşin.”

‘Ji bo dîroka komkujiyan xwe dubare neke, em danazana destûrî qebûl nakin’

Losnak Kavoriyan a ji pêkhateya Ermen jî diyar kir ku zihniyeta rêjîma Baasê nehatiye guhertin eynî zihniyet îro li Şamê dewam dike. Losnak Kavoriyan wiha axaftina xwe dewam kir: “Li Sûriyeyê zihniyeta yek reng, yek netew û yek ol nayê qebûl kirin. Sûriyeya nû bi reng û dengê pêkhateyan dê were ava kirin. Em ê heya dawî li peyî doza xwe bin û xwedî li nasnameya xwe derkevin da ku dîroka komkuijiyan xwe dubare neke.”

Piştî axaftin bi dawî bûn şandeyek ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen derbasî bargeha koalîsyona navnetewî bûn û peyama nerazîbûnê pêşkêş kirin. Şande piştî ji bargehê derket tekez kir ku wê peyam bighînin cihên pêwendîdar.

Meş bi dirûşmeya “Bijî berxwedan” bi dawî bû.