Parêzer ji Îmraliyê vegeriyan

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin ji Îmraliyê vegeriyan.

Navenda Nûçeyan – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesabê xwe yê civakî peyamek da û got: “Ji parêzerên buroya me Parêzer Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk û Îbrahîm Bîlmez bi Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Hamîlî Yildirim, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Mahmût Yamalak û Birzê Ergîn atabey yên li Girava Îmralî tên ragirtin îro (15’ê Îlona 2025’an’ hevdîtineke ya parêzeran pêk aniye.”

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faîk Erol, di hevdîtina 27’ê Sibatê ya bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re de cih girt.

Hêjayî gotinê ye herî dawî parêzer Rezan Sarica û Newroz Uysal di 7’ê Tebaxa 2019’an de li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.