Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 26’emîn de ye

Emîne Şenyaşar a di Nobeta Edaletê ya li Meclisê didomîne û carek din daxwaza edaletê kir û got: “Kurê min berdin daku biçim mala xwe.”

Navenda Nûçeyan- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parazvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, di roja 26’emîn de li Meclisê berdewam kir.

Emîne Şenyaşar a çalakiya xwe bi dowîza li ser “Edalet” dinivîse domand, diyar kir ku nexweş e û êdî nikare vî barî hilgire. Şenyaşar a ji parlamenteran re got ku “Bila deriyan negirin, bên cem min” ev tişt got: “Bila derde me fêm bikin. Heke wijdana wan hebe dê werin. Mirin ji vî halê me çêtir e. Çima vê zilmê vedişêrin.”

Emîne Şenyaşar, bang li Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan kir wiha got: “Tu piştevaniya hovan dikî. Te qet dîtiye ku mirov li nava nexweşxaneyê bên kuştin? Malbata min qetil kirin. Ez heft sal in li edaletê diğerim. Êdî bes e, bila zilma we xelas bibe. Kurê min berdin da biçim mala xwe.”