Navê Jina Emînî li xaçerêyek Îtalyayê hat dayîn

Navê Jîna Emînî ya ku li Îranê hat qetilkirin li bajarê Livorno yê Îtalyayê li xaçerêyek hat dayîn.

Navê Jina Emînî li xaçerêyek  Îtalyayê hat dayîn

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê navê  Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hatî qetilkirin, li xaçerêya li Via del Risorgimento û Via Don Bosco hate kirin.

Di peyamên li merasîmê hatin dayîn de, hate diyarkirin ku divê her kes ji bo afirandina civakeke adil, berpirsyarî bigire ser xwe.

Nûnerên Heyva Sor a Kurdistanê jî beşdarî merasîmê bûn û gotin: “Em spasiya Şaredariya Lîvorno, Şaredar Luca Salvetti û her kesê ku keda wî/ê di vê yekê de heye, dikin. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo her hewldana azadî, edalet û xwedî derketina li mafên mirovan, bidomînin.”