MED TUHAD-FED: Di hawîrdoreke bêpevçûn de aştî pêkan e
MED TUHAD-FED’ê tekildarî kesên ku piştî pîrozbahiyên Newrozê hatin binçavkirin û girtin li avahiyê xwe de daxuyanî da û got: “Ev nêzîkatiyên dawî nîşan dide ku dixwazin pêvajoyê xera bikin.”
Navenda Nûçeyan – Piştî Newrozê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hincetên “rakirina pankartan” û li xwe kirina cil û bergan” 113 kes hatin binçavkirin û 24 kes jî hatin girtin. MED TUHAD-FED’ê li avahiyê xwe yê Amedê derbarê binçavkirin û girtinên piştî pîrozbahiyên Cejna Newrozê hatin kirin daxuyanî da. Di Daxuyaniyê de hevserokên MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat û Pinar Sakik Tekîn axivîn.
‘Xwestin astengiyekê deynin pêşiya pêvajoyê’
Pinar Sakik Tekîn jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku gel li qadên Newrozê dengê aştî û hêviyê bilind kir û wiha got: “Di hawîrdoreke bêpevçûn de aştî pêkan e. Bi mudaxeleyên li dijî ciwan û zarokan xwestin atmosfereke tirsê biafirînin û çavtirsandinekê pêk tîne. Li gelek bajaran; di nav de Mêrdîn, Riha, Îzmîr, Sêrt, Stenbol, Amed û Antalya jî hene, binçavkirin û girtin pêk hatin. Bi giştî 113 kes hatin destgîrkirin û 24 kes hatin girtin; di nav van 24 kesên hatine girtin de 3 jê zarok û 2 jê jin. Xwestin ji civakê re bibêjin “dev ji hêviyê berdin”, ango xwestin astengiyekê deynin pêşiya pêvajoyê. Ji ber vê yekê, ew hewl didin cejna Newrozê ku nîşaneya vejîna civakî û kevneşopî ye, krîmînalîze bikin.”
‘Xwestina azadiyê ne sûc e’
Pinar Sakik Tekin di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew wek federasyon û sazî diyar dikin ku ew li li benda vebûna deriyên girtîgehan, azadbûna mirovan û geşbûna hêviyê ne û wiha got: “Ev mudaxele bi tu awayî nayên qebûlkirin. Em dikarin bi eşkereyî bibêjin ku xwestina azadiyê ne sûc e, xwestina aştiyê ne sûc e û daxwaza hêviyê ne sûc e. Ji ber vê yekê, li vir bangeke me hem ji bo raya giştî hem jî ji bo rayedaran heye. Banga me ya ji bo raya giştî ev e: Ji bo rakirina astengiyên li pêşiya pêvajoyê, pêwîst e em aştî û hêviyê geş bikin û hevgirtinê xurtir bikin. Em li vir bang li rayedaran jî dikin: heke bi rastî pêvajoyek hebe û di cejna Newrozê de, ku bi agirên têne pêxistin re hêviyê geş dike, mudaxeleyên wiha pêk bên, ev pêkanîn bi rastî ruhê pêvajoyê ber bi paş ve dikişîne û ev yek ne pergal an jî pêkhateyeke hiqûqî ye. Ji ber vê sedemê, divê kesên hatine binçavkirin demildest serbest bên berdan û girtin bi dawî bibin. Em wekî federasyon li vir radigihînin ku em ê hêviyê mezin bikin û xebatên xwe berdewam bikin. Bi tevahiya komele û nûnertiyên xwe yên girêdayî me ve, em ê tu carî dev ji ragihandina vê yekê ji bo raya giştî û nîşandana vê bertekê bernedin û em ê bi daxuyaniyên çapemeniyê helwesta xwe bidomînin.”