Malbatên girtiyan: Ma ev tiştên tên kirin, ger ne cînayet be çi ye?
Malbatên girtiyan careke din li ber ATK'ê ya Amedê bang li rayedaran kirin. Li Wanê daxuyanî dayîna malbat ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Navenda Nûçeyan - Nobeta edaletê ya ji aliyê malbatên girtiyan ve ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin îro jî li ber avahiya Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê û hejmarêk zêde welatî tevlî Nobeta Edaletê bûn.
“Hûn e heta kengî çavên xwe bigrin?”
Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî ya di daxuyaniyê de got, “ Di pêvajoya dawî de çend girtiyên nexweş û cezayê wan bi dawî bûye hatin berdan. Lêbelê girtiyên din ên ku rewşa wan giran e û cezayê wan bi dawî bûye jî hêj di girtîgehê de tên ragirtin” xwest Wezarêta Edaletê demil dest erka ku dikeve ser milê xwe bi cih bine.
Herdem Merwanî diyar kir ku ji bo berdana girtiyan divê hemû aliyên siyasî û rêxistinên sivîl piştgiriyê bidin çalakiya nobetê û bi van gotinan banga hevgirtinê kir: “Em li vîr bang li hemû partiyên siyasî dikin ku dê heta kêngi ji van kuştinan re bedeng bimînin û çavên xwe bigrin? Ma ev tiştên tên kirin, ger ne cînayet be çiye? Bila her kesê ku xwedî wijdane, êdî çavên xwe ji van cînayetan re negire.”
Çalakî bi dirûşmên “Heq hiqûq edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.
Li Wanê astengî
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin a li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) ya li Kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hate astengkirin. Polîsan malbatên ku xwestin derbasî pêş ATK’ê bibin asteng kirin.
Dayika Botan Tîmûr ê 7 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Aslihan Tîmûr wiha axivî: “Ez 6 sal in nikarim zarokê xwe bibînim. Ez emeliyat bûme û nexweş im, çima destûrê nadin ku zarokê xwe bibînim. Ez dayikekim, ev edalet e? Em dixwazin bi rêya çapemeniyê dengê xwe bigihînin Wezareta Edaletê û rayagiştî lê hûn destûr nadin. Hûn nahêlin ku çapemenî dîmenan bikişîne. Hûn me bikujin jî bigirin jî kelemçe bikin jî em ê dîsa werin vê derê. Em dayik in, dilê me dişewite.”