Lîsteya JINNEWS’ê: Di mehekê de 29 jin hatin qetilkirin

Li Tirkiyeyê pêşî li tundiya li dijî jinê nayê girtin. Di meha Adarê de herî kêm 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 20 jin û 2 zarok bi awayek gumanbar mirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî lîsteya JINNEWS’ê ya tundiya meha Adarê, herî kêm 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û 20 jin û 2 zarokan bi awayek gumanbar mirin.

Ji jinên hatin qetilkirin, 1 ji aliyê xwendekarê xwe ve, 2 ji aliyê mêrên bi wan re dijiyan ve, 1 ji aliyê mêrê berê pê re hatibû zewicandin ve, 7 ji aliyê mêrên ku bi wan re di pêvajoya  hevberdanê de ne, 10 ji aliyê mêrên bi wan re hatibûn zewicandin ve, 1 ji aliyê birayê xwe ve, 1 ji aliyê kurê xwe ve, 1 ji aliyê kesekî nenas ve, 1 ji aliyê mêrê  ku têkiliya wê bi wî re nayê zanîn, 1 ji aliyê xalê xwe ve, 1 ji aliyê mêrê ku xwişka wê pê re hatibû zewicandin ve, 1 ji aliyê mêrê berê pê re hatibû zewicandin ve û 1 ji aliyê zavayê xwe ve hatiye qetilkirin.

Li Stenbolê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin

Ji van jinan 4 li Stenbolê, 2 li Aydinê, 3 li Bursayê, 1 li Edeneyê, 2 li Îzmîrê, 2 li Muglayê, 3 li Mêrsînê, 1 li Trabzonê, 1 li Qeyseriyê, 1 li Aksarayê, 1 li Nevşehîrê, 2 li Amed, 1 li Samsûnê, 1 li Hatayê, 1 li Nîgdeyê, 2 li Manîsayê û 1 jî li Eskîşehirê hatin qetilkirin.