Li Yemenê qeyrana mirovî kûrtir dibe
Li gorî rapora NY’ê, pevçûnên ku zêdetirî deh sal in koçberbûna li Yemenê mayînde kiriye. Li welat nêzî 4.8 milyon kes di kampan de an jî di şert û mercên nebaş de dijîn û 19.5 milyon kes jî hewceyê alîkariya mirovî ne.
Navenda Nûçeyan – Qeyrana mirovî ya li Yemenê roj bi roj kûrtir dibe. Şer û pevçûnên domdar û têkçûna xizmetên bingehîn bi mîlyonan kesan neçar dike ku di şert û mercên dijwar de bijîn. Her wiha ev yek bi kapasîteya alîkariya mirovî ya sînordar û kêmbûna berxwedayîna civakê re dibe sedema qeyranekî mirovî ya cidî.
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), di rapora xwe ya li ser Yemenê de diyar kir ku qeyrana koçberiyê ya li seranserê welat hêj aram nebûye û beravajî tevlihevtir bûye. Di raporê de hate destnîşan kirin ku rewşên awarte berdewam dikin, xizmetên bingehîn û debara jiyanê xirab dibin, kapasîteya civakan ji bo adaptekirina şert û mercên xirab kêm dibe û der barê kûrbûna qeyrana koçberiyê de hişyarî hate dayîn.
UNHCR’ê destnîşan kir ku pevçûnên ku zêdetirê deh sal in didome, ji bo bi mîlyonan kesan veguherî rewşek mayînde û koçberî ji bo bi mîlyonan malbatan bûye şêwazek jiyanê ya bi zorê. Di raporê de hat destnîşankirin ku xizanî û avahiyên sazûmanî yên qels dibin sedema xirabtirbûna rewşê.
19.5 milyon kes hewceyê alîkariyê ne
Raporê, eşkere kir ku li Yemenê nêzî 19.5 milyon kes hewceyê bi alîkarî û parastinê ya mirovî ne. Li gorî raporê, li hundirê welat nêzî 4.8 milyon kesên ji cih û warên xwe bûne hene û piraniya wan kesan bi salan e di kampên qerebalix an jî avahiyên xwedî ewlehiya kêm de jiyana xwe didomînin.
Her wiha raporê, diyar kir ku Yemen hêj ji zêdetirî 63,760 penaber û koçberan qeydkirî re mazûvanî dike, piraniya wan ji Somalî û Etiyopyayê hatine û beşek ji wan bi dehan sal in li welat dijîn.