Li Yemenê di êrîşa li ser kampek koçberan de 68 kes mirin

Di encama êrîşa li dijî kampeke koçberan a li Saada ya bakurê Yemenê de, 68 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Kanala El-Mesîra ya girêdayî Hûsiyan, diyar kir ku êrîşa hewayî ya Emrîkayê li dijî navenda binçavkirinê ya koçberan a li Saada ya li bakurê welat pêk anî de, herî kêm 68 kesan jiyana xwe ji dest dane û 47 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku li navenda hatiye hedefgirtin, koçberên qaçax tên ragirtin.

Artêşa Emrîkayê di daxuyaniya roja Yekşemê dayî de diyar kir ku wan ji 15’ê Adarê vir ve li Yemenê li zêdeyî 800 hedefan xistine. Di daxuyaniya ji aliyê Fermandariya Rojhilata Navîn a Emrîkayê (CENTCOM) ve hatî dayîn de wiha hat gotin: “Di vê êrîşê de bi sedan şervanên Husî û gelek rêberên Hûsiyan hatine kuştin.”

Artêşa Emrîkayê ji Çileya 2024’an û vir ve bi armanca êrîşên fuzeyî yên li ser Îsraîlê û keştiyên barhilgir ên li Deryaya Sor bisekinîne, êrîşî çeperên Hûsiyan dike.