Li Xezayê agirbest ji aliyê Îsraîlê ve tê binpêkirin
Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê peymana agirbestê li Xezayê binpê dikin, êrîşên hewayî û gulebaranê yên ku sivîlan hedef digirin her roj dibin sedema qurbaniyên nû. Gelê herêmê bi krîzeke mirovî ya giran re rû bi rû dimîne.
Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di çend demjimêrên dawî de du kes mirine û heşt kes jî birîndar bûne. Ev yek hejmara miriyan ji Cotmeha 2023’an vir ve digihîne 73,018’an û hejmara birîndaran jî digihîne 173,273’an.
Cenaze hîn jî di nav kavilan de ne
Wezaretê diyar kir ku hêzên Îsraîlê bi bombebarankirin û gulebarankirina deverên cûrbecûr agirbestê binpê dikin û gelek kes hîn jî di bin kavilan de û li ser rêyan in. Tîmên ambulans û parastina sivîl di gihîştina wan de zehmetî dikişînin.
Di agirbestê de jî binpêkirin di dome
Hat gotin ku ji dema ku agirbest di Cotmeha 2025’an de dest pê kir, hejmara kesên ku ji ber binpêkirinan jiyana xwe ji dest dane ji hezarî derbas bûye û hejmara birîndaran ji sê hezar û 165’î derbas kiriye.
Hat bibîrxistin ku peyman piştî du salan ji wêrankirineke berfireh ku ji sedî 90’ î binesaziyê wêran kir, pêk hat.
Îsraîlê kontrola xwe li ser erdê berfireh kiriye
Tê gotin ku Îsraîlê kontrola xwe li ser erdê berfireh kiriye, niha bi qasî ji sedî 64’ê Zîvala Xezayê kontrol dike, li gorî ji sedî 53’ê ku di peymanê de hatibû destnîşankirin. Li gorî Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), di 2’ê Hezîranê de, gelek malbat li rojhilatê Xezayê ji ber blokên betonê yên ku ji hêla hêzên Îsraîlê ve hatine danîn, hatin valakirin.
Wekî din, hat ragihandin ku ji 37 nexweşxaneyên li Xezayê tenê 20 nexweşxane qismî dixebitin. Yek jî bi kapasîteya xwe ya tevahî kar nake û gihandina alîkariya mirovî ji bo herêmê hîn jî bi tundî sînordar e.