Li Tûnisê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin kuştin
Li Tûnisê di rojên dawî de du jin, rastî êrîşa hevjînên xwe hatin. Ji ber bikaranîna amûrên tûj her du jinan jî jiyana xwe ji dest dan. Van bûyeran dubare tundiya navmalî li Tûnisê anîn rojevê.
Navenda Nûçeyan – Careke din li Tûnisê tundiya navmalî û kuştina jinan derketine pêş. Du bûyerên cuda yên di rojên dawî de, eşkere dikin ku nakokiyên zewacê û pirsgirêkên wekî nefeqayê dikarin wekî hincetên tundiya li dijî jinan bên bikaranîn.
Di yek ji bûyerên dawî de, jinek bi navê Meryem Emîr li beşa lênêrîna giran a Nexweşxaneya Qabêsê mir. Hat ragihandin ku Meryem Emîr ji aliyê hevjînê xwe ve bi tiştekî tûj rastî êrîşê hatiye û ji sê hefteyan zêdetir di lênêrîna giran de hatiye dermankirin û ji ber birînên xwe, jiyana xwe ji dest daye.
Kuştina Meryem Emîr mijara tundiya navmalî ya li dijî jinan û zêdebûna wê bo êrîşên kujer dîsa anî rojevê.
Li mala xwe hatiye kuştin
Kuştineke din a jinan, li herêma Bourj El-Tawîl a parêzgeha Aryana qewimî. Dozgeriya Dadgeha Dereceya Yekem a Aryana, fermana binçavkirina zilamekî di 60 saliya xwe de da, bi gumanbariya kuştina jina xwe bi tiştekî tûj tewanbar kir.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê malpera "Bab Nat" ve hatine ragihandin, sûcdar çûye yekîneyeke ewlehiyê ya herêmî û li xwe mikur hatiye ku jina xwe kuştiye û cenazeyê wê li malê hatiye dîtin.
Di muayeneyên destpêkê de derket holê ku birînên kêr li deverên cûda yên laşê jinê hebûn û di encama êrîşê de miriye.
Dozgeriyê biryar da ku cenaze bişîne pisporekî dadwerî da ku sedema rastîn a mirinê diyar bike û lêpirsînek bide destpêkirin da ku hemû aliyên bûyerê ronî bike.
Van her du bûyeran li Tûnisê nîqaşên li ser kuştina jinan û tundiya li dijî jinan ji nû ve geş kirine û tê gotin ku divê ev tenê wekî "nakokiyên navmalî" neyê paşguhkirin.