Li Tişrînê gel xwedî li av û axa xwe derdikeve
Nobeta gel a ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe di roja sêyemîn de li Bendava Tişrînê bi coş didome.
Tişrîn – Ji bo parastina Bendava Tişrînê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8'ê Çileyê de dest bi çalakiya nobedê kirin. Dewleta Tirk a dagirker di roja destpêkê de êrîş bir ser konvoya gel û sûcekî giran ê şer kir. Nobeta gel a ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe di roja sêyemîn de li Bendava Tişrînê bi coş didome.
Li gel êrîşan jî girseya gel xwe gihand Bendava Tişrînê û bang kir ku dawî li êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser cih û warên sivîlan û binesaziya herêmê bê anîn.
Çalakgerên nobedê careke din piştgiriya xwe ya ji bo şervanên QSD û YPJ'ê re nîşan dan ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.