Li Tirkiyeyê ketina Instagramê hat astengkirin
Tirkiyê ketina platforma medyaya dîjîtal ya Instagramê asteng kir.

Navenda Nûçeyan-Saziya Teknolojiyên Agahî û Ragihandinê ji 2’yê Tebaxê ve Instagram asteng kir. Di menuya lêpirsîna agahiyên malperê ya Saziya Teknolojiyên Agahî û Ragihandinê de hat ragihandin ku biryara astengkirina Instagramê hatiye dayin. Têkildarî sedema astengkirinê û rakirina qedexeyê tu agahî nehatin dayin.
Bikarhinêrên medyaya dijîtal ên li Tirkiyeyê ji ber biryara astengkirinê bi zehmetî xwe digihînin Instagramê.