Li Siyadakê ya Zahedanê krîza avê

Li navçeya Siyadakê ya Zahedanê, bi riya boriyan nebûna avê û bihabûna tankera avê jiyana mirovan felç dike, di heman demê de jin û zarok neçar in ku barê giran ê kêmbûna avê hilgirin.

Navenda Nûçeyan – Niştecihên herêma Siyadakê roja Çarşemê, raporek li ser tora dijîtal ragihandin û gotin ku  krîza kêmbûna avê li vê herêma gundewarî girantir dibe û zehmetiyên debara jiyanê zêde dibin. Li gorî xelkê herêmê, ev krîz herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Raport nîşan didin ku gelek deverên Siyadakê ava boriyan tune ye, ji ber vê yekê malbat neçar in ku bi rêya tankeran avê bistînin. Xelkê herêmê dibêjin ku lêçûna tankerek avê bi qasî 800,000 tumen e, ku ji bo malbatên gundewarî yên dahatuya wan kêmin barekê giran ser wan çê dike.

Wekî din, ev mîqdara avê tenê ji bo pêdiviyên rojane yên malbatekê tenê têra heftiyek dike. Xelkê herêmê dibêje ku ji ber nebûna binesaziya avê ya têr, jin û zarok beşek mezin ji roja xwe bi anîna û hilgirtina avê derbas dikin. Hin malbat neçar in ku bi kîlometreyan rêwîtiyê bikin da ku bigihîjin avê. Ev dibe sedema westandina laşî û nahêle ku zarok biçin dibistanê û jin jî beşdarî çalakiyên rojane bibin.

Niştecihên Siyadakê her wiha ji zêdebûna bilez a bihayên xwarinên bingehîn û xirabûna rewşa aborî gazinan dikin. Têkeliya lêçûnên bilind ên avê û enflasyona zêde jiyana gelek malbatan hîn dijwartir dike. Raya giştî dibêje ku gelek kes nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn jî peyda bikin û di şert û mercên krîzê de dijîn.

Nebûna ava vexwarinê, binesaziya xizmetguzariyê ya xirab û bêparbûna berfireh di nav pirsgirêkên ku di salên dawî de li gelek deverên parêzgeha Sistan û Belûçistanê pir caran têne rexnekirin de ne. Lêbelê, ew kesên ku li deverên gundewarî dijîn dibêjin ku rayedar bi têra xwe bala xwe nadin pirsgirêkên binesaziyê û krîza avê jiyana rojane. Bi taybetî jî xelkê herêmê dibêjin di demsalên germde jiyan hîn zehmettir dibe.