Li sînorê Raperîn 10 jin hatin girtin
Li îdareya Raperîn a girêdayî bajarê Silêmaniye yê 10 jin ku di nav de berpirs û karmendên sazî û dezgehên hikûmetê jî hene hatine girtin. Têkildarî bûyerê heta niha hêzên ewlehiyê tu agahiyek belav nekiriye.
Navenda Nûçeyan – Çavkaniyekê ji ajansa me re ragihand ku li îdareya Raperînê ya girêdayî bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê 10 jin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.
Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, di nav kesên hatine girtin de berpirs û karmendên sazî û dezgahên hikûmetê jî hene.
Hêzên ewlehiyê yên Raperînê derbarê sedemên girtinê, an rewşa jinan de ti agahiyên fermî belav nekirine.
Ajansa me ji bo agahiyên zêdetir bi dest bixe peywendî bi çend çavkaniyên ewlehiya sînor re danî, lê belê wan nexwestin agahiyan bidin.