Li peravê Gîrneyê keştiya rêwiyan binav bû
Keştiya ku nêzî 270 rêwî tê de bûn, vê sibê ji Peravên Gîrneyê ya li Bakurê Kibrisê veqetiya û li peravê Kibrisê binav bû. Xebatên lêgerînê didomin, rayedaran hîn têkildarî mirî û rizgarkiriyan ti daxuyaniyek nedane.
Navenda Nûçeyan- Keştiyek ku nêzî 270 rêwî tê de bûn, vê sibê li peravê Bakurê Kibrisê binav bû. Wezareta Tenduristiyê ya Bakurê Kibrisê bûyer piştrast kir lê heta niha têkildarî miriyan tu bîlanço parve nekiriye.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, keştiya ku ji Peravê Gîrneyê veqetiya, li peravê Kirbrisê noqî avê bû. Rayedaran ragihand ku ji bo tîmên lêgerîn û tenduristiyê bi rengekî bi lez mudaxileyî cihê bûyerê bikin, amadekariyên pêwîst hatine kirin.
Saziyên medyaya herêmî diyar kirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.