Mexmûr – Rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ku bi pêşengtiya Meclîsa Îştar i wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) tên li darxistin, berdewam dikin.
Di çarçoveya rêzaçalakiyan de ji aliyê Meclîsa Îştar ve slaytek hat amedekirin û li kolanên wargehê hat nîşandan. Slayta ku tundiya li ser jinan û wateya 25’ê Mijdarê radixe ber çavan, bi armanca bilindkirina hişmendiya civakî û xurtkirina têkoşîna li dijî tundiyê hat pêşkêşkirin.




