Li Mexmûrê dersên li ser manîfestoyê: Riya ber bi azadiyê ve

Li wargeha penaberan a Mexmûrê li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dewreyên perwerdeyê hatin dîtin. Şeniyên ku beşdarî dewreyên perwerdê bûne gotin ku manîfesto ji bo wan nexşeriya aştî û xwe gihandina azadiyê ye.

ASYA DENÎZ

Mexmûr – "Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibata 2025’an de hatiye ragihandin, wekî nexşerêyek di têkoşîna azadiyê ya gel de tê dîtin. Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku bi salan e li dijî zehmeriyên koçberî, dorpêçkirin û ambargoyan têkoşiyaye, bûye cihekî ku ev manîfesto lê zindî dibe. Bi sedan mirovên ji her temenî, ji zarokan bigire heya extiyaran, beşdarî bernameyên perwerdehiyê yên ku li wargehê hatine destpêkirin dibin. Beşdar manîfestoyê ne tenê wekî belgeyek siyasî, lê di heman demê de wekî mifteya ji nû ve vedîtina nasnameya xwe, wateya jiyanê û hêviyên xwe yên ji bo pêşerojê dibînin. Bernameyên perwerdehiyê yên ku di vê çarçoveyê de têne organîzekirin îdîa dikin ku ne tenê ji bo gelê Kurd, lê di heman demê de ji bo hemî gelên ku li azadiyê digerin çavkaniya îlhamê ne.

Li wargeha ku piştî ragihandina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk perwerde hatibûn destpêkirin,  meclîs û saziyên wargehê beşdarî hemleya perwerdeyê bûn û dawiya perwerdeyê de jî ji kesên ku tevlî dewreyan bûne belge hatin dayîn.

Yek jî ji wan dewreya ku beşdariya xwe dane çêkirin dewreya Şehîd Cîger Goyî bû kû nêzî 80 kes tevlî perwerdeyê bûn û bi girtina belgeyên xwe dewreya wan bi dawî bû. Beşdarvanên ku tevlî perwerdeya Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bûn hest û kelecanên xwe yên tevlîbûna perwerdeya manîfestoyê bi ajansa me re parvekirin.

‘Rêber Apo bi vê manîfestoyê nexşerêyeke 50 salan pêşkeşî me kiriye’

Beşdarvana dewreya perwerdeya manîfestoyê Ozlem Apaydın li ser dewreya manîfestoya aştî û civaka demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkeşî giştî gelan kirî axivî û wiha got: “Ez tevlî dewreyeke perwerdeya manîfestoyê bibûm. Ji ber hindeki nakokiyên min hebûn û min xwest nakokiyên xwe çareser bikim ez tevlî dewreyeke duye mîn jî bûm. Her du dewreyan de jî ez tevlî nîqaşên perwerdeyê dibûm û ji bo min cihê keyfxweşiyê bû. Em destpêkê spasî ji Rêberê xwe, Şehîd û rêxistina xwe dikin ku bi saya wan hebûna Kurd hat îspat kirin. Rêber Apo bi vê manîfestoyê neqşerêyeke 50 sala pêşkeşî me kiriye. Em hêvîdarin bi pratik, rêxistin û perwerdeyên xwe em ji manîfestoyê re bibin bersiv.”

‘Dema mirov manîfestoyê dixwîne wateya jiyanê fehm dike’

Ozlem Apaydin diyarkir ku bi manîfestoyê re hestên girêdanbûna jiyanê zêdetir dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema mirov manîfestoyê dixwîne wateya jiyanê fehm dike û heman demê mirov wate dide hebûn û Kurdbûna xwe û jiyanê pêhtir hez dike. Him perwerde pir baş derbas bû him jî tevlîbûna dayîk, bav û ciwanan ya perwerdê diyar dike ku her kes di aliye xwe ve dixwaze barekî bigire ser milê xwe. Vê yeke jî bi keyfxweşî pêkdianîn. Di nava perwerdê de her tim kelecan, pirs û nakokî hebûn. Lê Rêbertî di manîfestoyê de bi awayekî zelal bersivên nakokîyan jî diyarkiribû. Em bi hêvîne ku Rêber Apo bi awayeke fîzîkî di nava xwe de bibînin û bi hevre azad jiyan bikin.”  

‘Ger em îro daxwaza mafên xwe dikin ev bi saya Rêber Apo ye’

Yek jî ji beşdervanan Eyşê Kaya silav û hezkirinên xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û hêstên xwe yên li ser perwerdeya manîfestoyê bi van gotinan anî ser ziman: “Rêber Apo ruxmê di zindanê de ye lê dixwaze fikren xwe bi me bide fehm kirin. Me 21 roj li ser manîfestoyê perwerde dît û em bi vê yekê pir keyfxweşbûn. Rêbertî her tim hêz û pêşengtî daye jinê ku dizane yê ku civakê û nirxên jiyanê ava dike jine. Ger em îro daxwaza mafên xwe dikin ev bi saya Rêber Apo ye. Rêberê me rê nîşanî me daye ku em bikarin roja me ya îro de xwe ser linga bigirin û daxwaza mafê xwe bikin.”

‘Barê me giran e û pêwîste em bibin bersiv’

Eyşê Kaya di dawiya axaftina xwe de li ser rêveçûna pêvajoya perwerdeya manîfestoyê de dazanîn ku asta beşdarbûna perwerdê baş bû û wiha axivî: “Ev 21 roj e em perwerdê dibînin. Di serî de dayîk tevlîbûna gelê me ji perwerdê re başbû. Em daxwaz dikin ku her sal bi vî awayî em perwerde bibînin ku hertim em bikarin xwe pêşbixin. Ji ber ku wek jin barê me girane û pêwîste em xwe pêşbixin ku bikarin bibin bersiv. Me pir tişt ji manîfestoye fêrîbûn û dewreya me pir bi keyfxweşî derbasbû. Ji ber wê em sipasiya Rêbertî ya xwe dikin.”