Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek mezin didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûr ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 538’emîn de bi dewirgirtina koma 106’emîn didome.
Mexmûr – Çalakvanên Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bê westan û rawestan ev saleke zêdetir e bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne. Çalakî di roja xwe ya 538’emîn de bi dewirgirtina koma 106’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 105’emîn Nûran Sezgîn axivî.
‘Sala 2025’an wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’
Nûran Sezgîn, balkişand li ser biryardariya Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê û wiha axivî: “Ev zêdetirê saleke li Wargeha Mexmûrê Çalakiya Nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi biryardariyek xurt didome. Piştî 44 mehan bi Rêbertî re du caran hevdîtin pêkhat. Ev yek cihê keyxweşiyê ye. Em wek gelê wargehê slava Rêbertî bi dil û can hêmbez dikin û slavên xwe dişînin. Hevtînên bi Rêber Apo re encama têkoşîn û berxwedaniya gelê Kurd e. Sala 2025’an wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
Nûran Sezgîn, cangoriyên komkojiya Parisê ya 9’ê Cileyê bibîranî û got: “Em Komkojiya Parisê ya li dijî pêşengên xwe şermezar dikin. Komkojiya Parisê li dijî tevgera jinên Kurd pêkhat.”
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan dawî bû.