Li Hindistanê mîhrîcana Maha Kumbh Mela

Li eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê di 13’yê Çileyê de mîhrîcana Maha Kumbh Mela destpê kir. 350 milyon kes beşdarî mîhrîcana Maha Kumbh Mela bûn.

Navenda Nûçeyan – Mîhrîcana Maha Kumbh Mela tê wateya ‘Civîna Mezin a Kumbhê.’ 12 salan carek tê lidarxistin. Li 4 bajarên cuda yên pîroz, bi dor tê lidarxistin: Cihê ku çemên Prayagraj (Allahabad) – Ganj, Yamuna û Sarasvatî dighên hevdû. Haridwar – Li kêleka Çemê Ganjê, Ujjain – Li kêleka Çemê Kshipra, Nashik – Li kêleka Çemê Godavariyê, Kok û mîtolojiya Kumbh Melayê.

Li gor mîtolojiya Hînduyan, koka Kumbh Mela dighê şerê di navbera xwedayan û şeytanan (Deva û Asura) de. Li gor efsaneyê: Xwedayan û şeytanan ji bo kumbh (kavanoz) a tê de nektara nemirinê (Amrita) heye, şer kirin. Di vê navberê de çar dilopên nektarê ketin dinyayê û ev der pîroz hatin erêkirin: Prayagraj, Haridwar, Ujjain û Nashîk.

Di mîhrîcanê de ezîzên Hîndûyan ên ku navê Sadhu li wan tê kirin û keşiş, olê hînî gel dikin. Sadhu xwe tazî dikin û bi xweliya agir sewax dikin, bi vî awayî digerin û medîtasyon dikin. Di perestgehan de dua tên kirin û merasîmên olî tên lidarxistin. Bazarên mezin tên avakirin, hunerên dest ên kevneşopiya  Hîndûyan in, xişr û tiştên olî tên firotan. Mûzîkên kevneşopî yên Hîndûyan û reqsên wan tên nîşandan.

Mîhrîcana herî mezin a olî ya dinyayê

Hindû bawer dikin ku di demên pîrozbahiyê de xwe di Çemê Ganjê de bişon, ewê ji gunehên xwe safî bibin û dê ji çerxa mirin û ji nû ve zayînê rizgar bibin. Maha Kumbh Mela wek ‘mîhrîcana herî mezin a dinyayê’ tê qebûlkirin. Di sala 2001’an de li bajarê Allahabadê 60 milyon kesên ku heman rojê xwestibûn bikevin nav Çemê Ganjê, rekora dinyayê şikandibûn. Her wiha bi milyonan Hindû tevî ku şewba Covid-19 di sala 2021’an de hebû jî, ketibûn Çemê Triveni Sangamê û xwe şûştibûn. Di sala 2013’an de 120 milyon kes beşdarî mîhrîcanê bûn.

Îsal çav li rê ye beşdariya giştî 500 milyonî derbas bike

Bi milyonan kes beşdarî mihrîcana ku îsal di 13’yê Çileyê de destpê kir û dê heya 26’ê Sibatê bidome, bûn. Li gor nûçeya Asian News International (ANI), hikûmeta eyaletê derbarê hejmara beşdariya mîhrîcanê de daxuyanî da û ragihand ku zêdetirî 350 milyon kes beşdarî Mîhrîcana Kumbh Melayê bûne. Mîhrîcan li Uttar Pradeşê tê lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hejmara beşdarên mîhrîcanê rojane ji 6,2 milyonan derbas dibe. Hat diyarkirin ku çav li rê ye hejmara beşdariya giştî ji 500 milyonî derbas bike.

Di îzdîhama mîhrîcanê de 30 kes miribûn

Serokwezîrê Utta Pradeşê Yogi Adityanath ragihandibû ku di 29’ê Çileyê de ji ber ku hin kes bi armanca di Çemê Triveni Sangam de xwe bişon û xwe ji gunehên xwe safî bikin xwe di ser sincan de avêtin, îzdîham derketiye. Di îzdîhamê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 60 kes jî birîndar bûbûn.