Li Helebê piştevanî astengiyan nas nake
Rêxistina Nûdem a ku ji bo bi astengdaran re piştevaniyê bike û jiyana wan hêsan bike hatiye avakirin, li taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiye yên Helebê dest bi xebatên xwe kir. Rêxistina Nûdem, hewl dide ku bi xebatên xwe bighê hemû astengdarên li Helebê.
DILPAK DAĞ
Heleb- Rêxistina Piştevanî û Alîkariya Bi Astengdaran re ya Nûdem, ji bo ku destek bide astengdaran, hat avakirin. Nûdem li Helebê dest bi xebatên xwe kir. Rêxistin dixwaze bi xebatên xwe, bighê hemû astengdarên li taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê.
‘Li du taxan 425 astengdar hatin dîtin’
Berdevka Rêxistina Nûdem Meryem Şêx Qamber bi xwe jî astengdarek e. Meryem, diyar kir ku destpêkê li du taxên Helebê dest bi xebatên xwe kirine û wiha got: “Me bi sê awayî dest bi kar kir. Eşrefiye, Şarqî û Xarbî. Me di encama xebatên xwe de li du taxan 425 astengdarên fizîkî dîtin. Di çarçova hejmara ku derket holê de me dest bi diyarkirina pêdiviyên wan kir. Me bi perwerda muzîk û wênê destpê kir.”
‘Hejmara astengdarên bedenî zêde dibe’
Meryem da zanîn ku hewl didin pêdiviyên astengdarên fizîkî jî bicih bînin û wiha pê de çû: “Piştî ku çeteyan êrîşî Şehbayê kir, me dest bi bicîanîna pêdiviyên koçberan jî kir. Em niha ji nû ve xebatên tespîtkirinê dimeşînin. Hejmara astengdarên fizîkî helbet zêde dibe. Her wiha em cilên ku di encama xebata alîkariyê de hatine komkirin jî, li hewcedaran belav dikin.”
‘Em dixwazin li hemû Helebê astengiyan têk bibin’
Meryem ragihand ku Rêxistina Nûdem hewl dide bi jin û zarokên astengdar re di nav piştevaniyek de be û wiha got: “Îro ne tenê li Eşrefiye û Şêx Maqsûdê, li tevahiya Helebê em hewl didin destê alîkariyê dirêjî welatiyên astengdar bikin. Em hewl didin ku ne tenê li du taxan, li tevahiya bajêr asteniyan têk bibin. Di çarçova xebatan de heta niha ji sedî zêdetir malbatan ji alîkariyan sûd girtine.”