Li Filistînê xebatkarkên çapemeniyê yên serkeftî hatin xelatkirin

Weqfa Mala Çapemeniyê ya Filistînê konferansa xwe ya salane ya li ser azadiya çapemeniyê li dar xist da ku rojnamegeran teşwîq bike ku li ser mijarên girîng bixebitin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Weqfa Mala Çapemeniyê ya Filistînê, bi armanca pêşxistina têgînên azadiya derbirînê, demokrasî, lihevkirina civakê û pirsgirêkên jinan, xebatkarên çapemeniyê yên serkeftî bi xelata xwe ya salane ya Azadiya Medyayê ya sala 2022'an xelat kirin.

"Azadiya derbirînê ber bi paşketinê ve diçe"

Balyoza Norwêcê li Filistînê Toron Fîztî diyar kir ku ew bi çalakvanên ku hewl didin dengê mafên mirovan bilind bikin re dixebitin û wiha got: "Azadiya derbirînê di piraniya civakên herêmî û navdewletî de ber bi paşketinê ve diçe. Rojnamegerî bûye pîşeyek xeternak. Rojnamevaa Şêrîn Ebû Aqle bi bîr tînim, ku berî çar hefteyan hat qetilkirin û ew bûyer li ser asta navdewletî rastî şermezarkirina berfireh hat. Welatê min dê berdewam be di parastina rojnamevanan de, têkoşîna li dijî bêcezabûnê di encama êrîşên li ser rojnamevanan de û piştgirîkirina kes û saziyên ku piştgirîya azadiya çapemeniyê û ewlehiya rojnamevanan li Filistînê dikin, di nav de Weqfa Mala Çapemeniyê ya Filistînî."

"Gotara ku azadî û demokrasiyê îfade dike hat hilbijartin"

Endamê jûriyê Reşa Ebû Celala jî da zanîn ku gelek materyalên çapemeniyê beşdarî şahiya salane ya ku tê xelata salane ya Mala Çapemeniyê ya Azadiya Medyayê ya sala 2022'an tê dayîn, bûn û wiha axivî: "Di nav wan materyalan de gotara rojnamevan Şêrîn Ebû Xelîfe ku azadî û demokrasiyê îfade dike hat hilbijartin."

"Ev xelat cureyek teqdîrê ye ji bo mijarên girîng ên ku em pê re mijûl dibin"

Xwediya pileya yekem Şêrîn Ebû Xelîfe anî ziman ku çîroka rojnamegeriyê ya ku wê pêşkêş kir, çîroka Eymen El-Tûnisî bû û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Herî dawî hat dîtin ku Eymen El-Tûnisî bi eslê xwe ji Xezayê ye. Dema ku dayika wî ya Tûnisî mir, wî li kaxezan geriya û diyar bû ku ew bi eslê xwe Filistînî ye û ji Xazayê ye û piştî şopandina kaxezên fermî yên ku ji aliyê Rêxistina Rizgariyê ve hatine îmzekirin, dît ku malbata wî jî di nav kesên ku di komkujiya Sabra û Şatîla de jiyana xwe ji dest dane de ye û ji ber ku diya wî ew di nav xwarinê de veşartibû ew ji bûyerê rizgar bûye. Piştî ku dê û bavê wî jiyana xwe ji dest dan, ew ji aliyê malbateke Tûnisî ya ku zarokên wan tune bûn, hat xwedîkirin û piştî mirina bavê wî, ew bi tenê ma, ji ber wê jî neçar ma ku li malbata xwe li Xezayê bigere û karîbû xwe bigihîne wan. Bê guman, hesta serketinê nayê vegotin û ew xelata xebata rojnamegeriyê ye an cûreyek teqdîrê ye ji bo mijarên girîng ên ku em pê re mijûl dibin."

"Divê tu binivîsî da ku tiştên ku dibînî îfade bikî"

Endezyar Dîna Ebû Şehla ji jinên ciwan re peyamek şand û wiha got: "Divê tu binivîsî da ku tiştên ku dibînî îfade bikî û dîsa û dîsa û carek din hewl bidin, di dawiyê de bigihêjin armancê."