Li Efrînê pêla binçavkirin û êrîşên zayendî didome
Li Efrînê, binçavkirina jineke ciwan û li Cindirêsê hewldana revandin û êrîşa zayendî ya li dijî zarokek keça, fikarên li ser ewlehiya jin û zarokan ji nû ve anî rojevê.
Navenda Nûçeyan – Her ku li Efrînê fikarên li ser ewlehiya jin û zarokên keç zêde dibin, du bûyerên ku di rojên dawî de hatin jiyîn, bû sedema bertekan.
Li gorî çavkaniyên herêmî, jineke ciwan ku tê gotin keça mêrekî ku tê lêgerîn kirin hat binçavkirin, li Cindirêsê jî zarokekî keç ji hewldana revandin û êrîşa zayendî ya ji aliyê erkdarê ewlehiyê ve hat rizgar kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, Êva Birîm ya li bajarê Efrînê dijî, di serdegirtina mala malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê de hat binçavkirin. Tê gotin ku serdegirtin ji bo girtina bavê wê ya derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn, pêkhatiye.
Çavkaniyan, diyar kirin ku berdana wê bi teslîmbûna bavê wê ji hêzên ewlehiyê ve girêdayî ye. Bûyer, pirsên gelo der barê Êva Birîm de biryara girtinê an jî sûcdariyek heye an ne û ev pêkanîn bi prensîba berpirsyariya cezayê ya takekesî re li hev dike an ne, anî rojev e.
Li Cindirêsê êrîş û hewldana revandina zarokek keç
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn, ragihand ku li navçeya Cindirêsê zarokeke keç a pola 8’an ji aliyê Xalid Xassan Îbrahîm ve ku tê gotin erkdarê yekîneya Ewlekariya Giştî ye, rastî êrîşa zayendî û hewldana revandinê hat. Li gorî daxuyaniya rêxistinê, bûyer roja 5’ê Tebaxê, li herêma Cindirêsê qewimî. Kiryar, nêzî zaroka ku ji bo derxistina çopê ji malê derketibû bû, devê wê girt û hewl da birevîne. Hate diyar kirin ku zarok li ber xwe da û bi qîrîna alîkariyê reviyaye mala xwe.
Piştî ku malbat û cîran bi bihîstina qîrina zaroka keç ber bi cihê bûyerê ve çûn, kiryar hat şopandin. Hat ragihandin ku bav bi awayekî lez û bez gazî hêzên ewlehiyê kiriye û piştî pevçûnek kurt, niştecihên taxê kiryar girtine û radestî hêzên ewlehiyê yên ku gihîştine cihê bûyerê kirine.
Her çend malbatê gilî li polîsên leşkerî kiriye jî, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku rêveberiya qereqola polîsan hewl daye bûyerê veşêre û bi şev derketina zarok a ji bo derva wekî sedema berpirsyariyê nîşan daye.
Her wiha rêxistinê, diyar kir ku kesên beriya hatina hêzên ewlehiyê kiryar girtine, gefên cezakirinê girtine û tekez kir ku ev yek divê nebe amûrek zextê ji bo veşartina bûyerê. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji zarok re piştgiriya derûnî û hiqûqî were dayîn, der barê kiryar de lêpirsînek serbixwe were meşandin û nêzîkatiya rayedarên herêmî ya li hemberê bûyerê bibe mijara lêpirsînek îdarî.