Li cîhanê 733 milyon mirov birçîbûnê jiyan dikin

Li gor rapora NY, di 2023’an de li cîhanê 733 milyon mirov birçîbûnê jiyan dikin. Xwarina ku li cîhanê hemû kesan têr bike hebe jî, şer û krîza avhewayê bê edaletiyê kur dike.

Navenda Nûçeyan- Rapora Xwarina Cîhanê ya Netewên Yekgirtî (NY) nîşan da ku di sala 2023’an de li giştî cîhanê 733 milyon mirov birçîbûnê jiyan kirine û di nava birçîbûnê de jiyan dikin. Ev hejmar li gora nifûsa cîhanê dibe ji sedî 9. Dane dide nişandan ku têkoşîna li dijî krîza birçîbûnê paş maye û ji hedefê derketiye.

Di xebatên ku di sala 2019’an de hatin kirin, dibin sînorê birçîbûnê de hejmara mirovên jiyan dikin daketibû 581 milyon kesan.  Lê belê piştî salekê bi destpêkirina pandemiya Korona re kêmaniyê di peydakirina kurewî ya tê jiyan kirin û qeyrana aborî ya li gelek welatan têkoşîna bi birçîbûnê re şahîd bûye. Li gora rapora dawî, birçîbûna ku niha tê jiyîn gelek sedemên wê hene. Di destpêka sedemên herî giring de şer, hişksalî, lehî û bûyerên din yên hewayê tên.

Hejmar dê zêde bibe

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres derbarê mijarê de di peyama xwe ya bi dîmen de bal kişand ser pirsgirêkên weke berçîbûn, xwarin, bê bawerî û kêm xwarinê û bûna qeyranek kurewî berdewam dike, rapor vê rastiyê carek din xist ber çavan. Di raporê de cih hat dayîn ku di sala 2030’an de li seranserî cîhanê, 582 milyon mirov wê kêm xwarin bixwin û tê pêşbînîkirin ku nivê van mirovan wê yên li Efrîqa jiyan dikin bin.

‘Divê hê zêdetir hewil were dayîn’

Dîrektora Bicihanînê ya Bernameya Xwarina Cîhanê (WFP) Cindy McCain di nirxandinên xwe yên der barê raporê de ji bo derbaskirina newekheviya kûrewî divê hê zêdetir hewldan were dayîn. Cindy McCain diyarkir ku xwarin têra hemû kesên li gerekstêrkê jiyan dikin berhem dane. Li gora WFP birçîbûn herî zêde di welatên xizan de û bi taybet ev welat, ên ku li beşên çolwar jiyan dikin û xizaniya zêde û pirsgirêka bê ewlehiya xwarinê kok daye bador dike. Di destpêka komên ku herî zêde dibin xetiriyê de jin, ciwan û zarok tên.