Li Cezayîrê çalakiya pirtûka nivîskar û aktîvîst Fatîma Oussedik hate qedexekirin

Çalakiya roja îmzayê ya ji bo pirtûka nivîskar û aktivîsta Cezayîrê Fatîma Oussedik hatî pîlankirin, ji aliyê rayedaran ve hate qedexekirin.

Navenda Nûçeyan – Rayedarên Cezayîrê, çalakiya roja îmzayê ya ji bo pirtûka bi navê ‘Nasmaneyên bi îsyan, ji nûve fikirîna dîroka me’ ya nivîskar û aktivîsta Cezayîrê Fatîma Oussedik hatî pîlankirin qedexe kir. Ev biryar di aliyê derdorên çandê ve derbarê dem û hincetan de rê li ber nîşana pirsê vekir.

Dihat pilankirin ku nivîskar Fatîma Oussedîk rasterast bi xwendeavnan re were ba hav û pirtûkê bide nasandin. Lê belê biryara hatî girtin û darxistina çalekiyê qedexe kir. 

Bû sedema bertekên cûda

Pirtûk wek yek ji berhemek ku nêrînek rexneyî derbarê pirsgirêkên dîrokî û nasnameyê de pêşkêş dike derdikeve pêş. Nivîskar divê pirtûkê de hedef dike ku bîra kolektîf û pirsgirêka aydiyetê ji nûve bide fikirîn.

Têkildarî hinceta qedexeya ji aliyê rayedaran ve, daxuyaniyek fermî nehate dayîn. Ev helwest ji hêla gelek kesan ve hate rexnekirin. Hinek jê biryar wek sazûmaniyek a îdarî nirxandin, hinek jê jî ev wek qedexeya li beramberî xebatên çandî û îfadeya azadiyê nirxandin. Niqaş, li ser cihê nivîsa rexneyê di nava sînorên qada civakî û hilberîna xuliqkar û otoriteya çandî de didome.