Hesekê – Operasyona Ewlehiya Domdar a ji aliyê QSD/YPJ’ê ve li ser Kampa Holê hatibû destpêkirin di roja 4’an de didome. Di dema lêgerînan de cenazeyê jinekê li beşê mûhacîratan hat dîtin.
Jina ji demek dirêj de hatiye qetilkirin, nasnameya wê nehate zanîn û tenê hestiyên wê mane.
Tê texmîn kirin ku ev jin rastî îşkenceyekê hatiye.




