Li Îranê herî kêm 9 rojnameger girtî ne
Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî, ragihand ku li Îranê herî kêm 9 rojnameger û xebatkarên medyayê di girtîgehan de ne. Di raporê de hat diyarkirin ku zexta li dijî rojnamegeran zêde bûye û aqûbeta hinek girtiyan nayê zanîn.
Navenda Nûçeyan – Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ), di rapora dawî ya weşand de ragihand ku li Îranê 9 rojnameger û aktivîstên medyayê di girtîgehan de ne. Raporê li welat zexta li dijî azadiya medyayê û fikarên der barê lêpirsînên ewlehiyê de dîsa kir rojev
Di raporê de navê; Semiye Haydarî, Riza Velîzade, Muhammed Parsî, Artîn Gazanfarî, Pedram Alemdarî, Keyanuş Dervîşî, Muslim Zareî, Emîr Huseyîn Rizayî û Hamed Tizreviyan cih girtin. Federasyonê da zanîn ku hinek rojnameger rû birûyî cezayên giran ê girtîgehê ne, hinek jî di nava girtinên demkî û pêvajoyên nediyar ên hiqûqî de ne.
IFJ’ê da zanîn ku di hefteyên dawî de nûçeyên bi nakok ên hinek rojnameger hatine berdan hatine weşandin lê belê ji ber qutbûnên berfireh ên înternetê û qedexeyên pêwendiya dîjîtal ev agahî nehatine piştrastkirin.
‘Zext zêde bûne’
Di raporê de hat diyarkirin ku di mehên dawî de zextên li dijî rojnameger, wênegirên nûçeyan, xwendekarên di weşanên zanîngehan de dixebitin û aktivîstên serbixwe yên medyayê zêde bûne. Kirmaşan, Tebrîz û Tehran di nav de li gelek bajaran binçavkirin û lêpirsîn zêde bûne.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku xwendekara zanistên siyasî ya Zanîngeha Tehranê û rojnameger Emîr Huseyîn Rizayî di 16’ê Gulana îsal de, li bajarê Erakê hatiye binçavkirin û rewşa wî hê nediyar e. Hat diyarkirin ku aktivîstê hawirdor û wênegirê nûçeyan Hamed Tizreviyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û der barê cihê lê tê girtin de agahiyek nehatiye parvekirin.
Aktivîstên çandî û rojnameger Muslim Zareî, di 26’ê Adara 2026’an de li Kirmaşanê hat binçavkirin û birin cihek neyê zanîn. Hat diyarkirin ku rojnameger Keyanuş Dervîş jî piştî ji aliyê Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve bangî wî hat kirin hatiye girtin û sewqî Girtîgeha Mezin a Tehranê kirine.
Di raporê de hat destnîşankirin ku xwendekara Zanîngeha Tebrîzê û endama Lijneya Weşana Kovara xwendekaran a bi navê ‘Rê’ Semiye Haydarî, di 1’ê Sibata 2026’an de di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin û di lêgerîna li malê de dest danîne ser cîhazên wê yên elektronîk. Hat diyarkirin ku xebatkara heman kovarê Pedram Alemdarî jî hatiye binçavkirinlê belê der barê dosyaya wê de tu agahî nehat parvekirin.
Rû birûyî cezayên herî giran in
Hat diyarkirin ku nûçegihana berê ya Radyoya Farda, Riza Velizade, yek ji rojnamegerên ku rû birûyî cezayên herî giran hatiye ye. Riza Velîzade piştî ku di Cotmeha 2024’an de hat girtin, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û hê li girtîgeha Evînê tê girtin.
Di raporê de hat îfadekirin ku wênegira nûçeyan û welatiya Baheyî Artîn Gazanfarî ji Çileya 2026’an heta niha girtî ye. Rêveberê giştî yê weşana kovara ‘Kendu’ Muhammed Parsî piştî ji dozgeriyê bangî wî hat kirin hat binçavkirin û birin cihekî nediyar.
Fikarên cidî hene
Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî, diyar kir ku Muhammed Parsî, Artîn Gazanfarî û Muslîm Zareî di nav de nizanin hinek girtî li ku derê tên girtin, ev jî di mijara rewşa tenduristî û mafê hiqûqî de fikarên cidî çêdike.
Îran, di salên dawî de di mijara azadiya medyayê de di nava welatên herî zêde tê rexnekirin de cih digre, hişyariyên saziyên medyayê yên navneteweyî der barê girtin, biryarên giran ên darazê û zextên li ser malbatan de didomin.