Li Îranê astengkirina bîranîna komkujiya 1988'an
Rejîma Îranê di 38'emîn salvegera darvekirina komî ya girtiyên siyasî de rê neda malbat biçin ser goristana Golzar Khavaranê. Malbatan li pişt deriyê girtî yê goristanê çalakiyeke bîranînê ya bi sirûd û wêneyan pêk anîn.
Navenda Nûçeyan – Di 28’ê Tebaxa 2026’an de, di 38’emîn salvegera darvekirina komî ya girtiyên siyasî yên girtîgehên Îranê de, komekê malbatan ji bo girtiyên siyasî yên ku di havîna 1988’an de hatibûn darvekirin, daxwaza edaletê kir. Malbatên ku ji bo bîranîna hezkiriyên xwe çûbûn gora Golzar Khavaran, careke din rûbirûyî astengiyan man.
Hêzên ewlehiyê ji bo malbat serdana gorên hezkiriyên xwe nekin, deriyên goristanê girtin. Malbatên girtiyên siyasî, li pişt deriyê goristanê kûlîlk û wêneyên hezkiriyên xwe danîn û bi sîrûdan ew bi bîranîn.
Komkujî di 1988’an de pêk hat
Piştî şoreşa Îranê, komkujiyên salên 80’an de û bi taybet darvekirinên 1988’an, zexta herî tund a li girtîgehan dihat jiyîn. Di dema van komkujiyan de, bi hezaran girtiyên siyasî yên girêdayî partî û komên cuda yên muxalîf, hinek ji wan mehkumî girtînê hatibûn kirin, hinekan cezayê xwe dikişandin û hinek jî li benda berdanê bûn. Ji aliyê dadgehên lêpirsînê yên demkurt ên wekî ‘komîteyên mirinê’ ve bi komî hatin mehkûmkirin û cezayê mirinê li wan hat birîn
Malbat daxwaza edaletê dikin
38 sal piştî komkujiyê, malbat hîn jî ji bo hezkiriyên xwe edaletê dixwazin û ji bo bîranîna wan serdana goristana Khavaran dikin û biranînên wan didin jiyîn. Di di salên derbas bûye de, ev malbat rastî gef, darizandin û xirabkirina gorên hezkiriyên xwe tên, lê tevî hemû zextan jî ew di daxwaza xwe ya edaletê û dadgehkirina sûcdarên vê sûcê de bi israr in.