Li Êlihê piştî daxuyaniya jinan polîsan êrîş kirin
Li Êlihê piştî tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyên Kurdistanê çalakiyên protestoyî berdewam dikin, di roja duyemîn a çalakiyên li Êlihê yên ji sê baskan heta avahiya şaredariyê meşeke girseyî hat lidarxistin.
Êlîh- Serdanên hevgirtinê yên li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê bûye, berdewam dikin. Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata û Koma Jinan a Femînîs jî serdana hevgirtinê kirin û daxuyanî dan. Berî daxuyaniyê gelek kes di nav de endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) govend gerandin û dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî gelê Kurd" berz kirin. Piştre axaftinan dest pê kir.
‘Qeyûm mafê dengdanê û hilbijartinê nas nakin’
Ji Tevgera Jinan a Femînîst Berfîn Atli bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: "Em dibînin ku weke ku li Êlîhê şer heye, kolan hatine dorpêçkirin. Qeyûm mafê dengdanê û hilbijartinê nas nakin. Ev tê wateya dûrxistina jinan ji qada giştî. Tê wateya girtina saziyên ku ji bo jinan dixebitin. Em tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Îro jin, ciwan û welatiyên temen mezin û her kes li dijî qeyûman îradeya xwe diparêze. Em zanin ku bêyî wekhevî, demokrasî û azadiyê aştî pêk nayê."
‘Duh li wir bûn, îro li vir in, sibe jî em ê li vir bin’
Endama Înîsiyatîfa Edaletê ya li dijî Tecrîdê Ayla Akat Ata bertek nîşanî astengkirinê de û bal kişand ser nîqaşên "Pêvajoya nû" û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Me got rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê, ev fikir bi hevseroka jin a ku li Êlihê bi dengekî rekor bi ser ket, jiya û wê bijî. Li pişt vê fikrê kevneşopiya Edîp Solmaz heye. Duh li wir bûn, îro li vir in, sibe jî em ê li vir bin. Ev gel her ku diçe ser sindoqan bi dengên xwe van astengiyan hildiweşîne. Em careke din diyar dikin ku ev têkoşîn tu carî bi îmha, înkar û asîmîlekirinê nayê paşguhkirin. Hevşaredar Gulîstan vîna me û vîna gelê Elihê ye."
‘Li hemberî siyaseta qeyûman bêdeng namînin’
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok jî di çalakiyê de wiha axivî: "8 sal in desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hewl dide Kurdistanê bi qeyûman bi rê ve bibe. Weke jinên berxwedêr em carek diyar dikin ku em li hemberî siyaseta qeyûman bêdeng namînin. Em ê li kolanan li ber xwe bidin, em ê qeyûman bişînin."
Polîsan êrîşî jinan kir
Piştî axaftinan jinan diyar kirin ku ew ê şaredariyê neterikînin û destûrê nedin polîtîkayên qeyûman. Polîsan êrîşî jinan kir dema ku govend gerandin. Gelek kesên ku bertek nîşanî êrîşan dan di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin.
Jina ciwan a ku bertek nîşanî êrîşan da, di bin îşkenceya polîsan de hat binçavkirin. Li hemberî vê rewşê jinên siyasî jin bi zorê ji polîsan girtin û nehiştin bê binçavkirin.