Kongra Star: Dem dema Bêrîtanbûnê ye

Kongra Star Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anî û bang li tevahiya jinan û bi taybetî gelê başûrê Kurdistanê kir ku li dijî xiyanet û kevkariyê têkoşînê bilind bikin.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Kongra Star a Rojava bi minasebeta bi bîr anîna Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan daxuyaniyek nivîskî weşand. Di destpêşa daxuyaniyê de, di kesateya Bêrîtanê de Sakîne, Delal Amed, Leyla Agirî, Nagihan Akarsel de hemû pakrewanên tevgera azadiyê hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Şehîd Bêrîtan bi têkoşîn û çalakiya xwe bûye sembola azadiyê û têkoşina li dijî xîyanetê. Em roja berxwedanê ya gel û hevrêyên xwe silav dikin. Rêheval Bêrîtan ku di Gulana 1991’an de tevlî têkoşîna azadiyê bû, bi dirûşmeya 'Şoreş kesayeteke bahozî dixwaze' bi rê ket, karîbû reng û dengê xwe li strana azadiyê zêde bike. 

Di demeke ku xeta xiyanet û hevkariya PDK’ê dixwest şopa xwe ya xayîn bihêle, bû yek ji sembola berxwedana destana azadiyê. Bi lehengiya 25'ê Cotmehê li ser zinarên bilind ên Xakûrkê li dijî xiyanetê bedena xwe kir mertal. Rêheval Bêrîtan 25’ê Cotmeha 1992’yan tevî 144 hevalan gihîştin şehadetê. Weke Rêber Apo jî dibêje, berxwedana fedayî ya Rêheval Bêrîtan, têkoşîna azadiya jin û rêxistina wê derbasî qonaxeke nû kiriye. Bersivdana Rêber Apo ji şehadeta şehîd Berîtan re ragihandina artês¸bûna jinê bû.   

Kongra Star îro li ser xeta Şehîd Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê geş dike, pêş dixe. Di milê hêza xwe naskirina jinê de û bi xwe spartina îradeya xwe jiyanê de qonaxeke girîng îfade dike. Tevgera azadiya jinê, arteşbûna jinê his¸tiye ku baweriya jinê bi xwe c¸êbibe, girêdanbûna wê ya bi mêr re s¸ikandiye û mêr jî nec¸arî guhertinê kiriye. Niha jî di bin fermana Şehîd Bêrîtan de bi hezaran gerîlayên jin meşa li çiya, bi milyonan jin li bajaran li ser xeta wê bi dirûşmeya 'Yên şer dikin bedew dibin, yên bedew dibin azad dibin, yên azad dibin tên hezkirin' dewam dikin. Em dibêjin, ‘dem dema Bêrîtanbûnê ye’. Bêrîtanbûn li bajêr, ciya, her cihê têkoşînê, li her cihê dilên Apocî lê didin, wê serkeftî be û qezenc bike.

Em bang li tevahî jinên têkoşer, sîyasetmedar, azadîxwaz dikin ku têkoşînê bilind bikin. Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê jî dikin. Çawa ku li Rojhilatê Kurdistanê felsefa jin jiyan azadî bilind bû, bila gelê me yê li Başûr Kurdistanê jî li dijî xiyanet û hevkariya malbata Barzanî ya faşîzma dewleta Tirk re, asta têkoşinê û azadiyê bilind bikin.”