Kongra Star a Lubnanê Piştgirî da Pêngava ‘Em Hemû YPJ ne’

Meclisa Kongra Star a Lubnanê piştgiriya xwe ji bo Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand û bal kişand li ser rola YPJ`ê di parastina civakê de û girîngiya beşdariya jinan di pêkanîna aştî û aramiya li Sûriyeyê de.

Navenda Nûçeyan – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava di 26’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di bin dirûşma "Em hemû YPJ ne" û "YPJ nûnertiya me dike" dan destpêkirin.  

Meclisa Kongra Star a Lubnanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand.

Daxuyanî li Navenda Komeleya Newroz ya Çandî ya li Beyrûtê hate xwendin.

‘Divê YPJ’ê beşrdarî pêşketinên siberojê li Sûriyeyê bibe’

Meclisê piştgiriya xwe ji bo YPJ`ê ragihand, her wiha diyar kir ku divê YPJ’ê beşdarî her pêşketineke di siberoja bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re bibe. Rol û berdêlên wan werin naskirin û xweserî û statûya wan wekî hêzek jinan a rêxistinkirî di çarçoveyek neteweyî ya berfireh de were parastin.

‘Piştgirî bidin têkoşîna jinên Sûriyeyî’

Meclisê di daxuyaniyê de bang li hêzên jinan, hêzên demokratîk û raya giştî kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna jinên Sûriyeyî û rola wan a pêşeng di parastina civakê û avakirina siberojeke aramtir û dadperwertir de.