‘Komplo li dijî hemu gelên azadîxwaz e’

Meclisa Jin a Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba ku li dijî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da destnîşan kir ku komplo li dijî hemu gelên azadîxwaze û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Şehba – Meclisa Jin a Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba bi boneya salvegera komploya navnetewî ku ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li Şehbayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşînê li dijî komployê hat dayîn.

Daxuyanî li wargeha Berxwedan a navçeya Fafîna Şehbayê hate dayîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hildan. Endama Meclisa Jin a Meclisa Malbetên Şehîdan Efrîn-Şehba Hêva Haşêm daxuyanî xwend.

‘Komplo li dijî hemu gelên azadîxwaz e’

Di daxuyaniyê de bal li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kişandin û wiha hat gotin: "Bi navê Meclisa Jin ya Meclisa Malbatên Şehîdan em komploya navnetewî a li ser Rêber Apo şermezar dikin. Ev komploya hêzên desthilatdar di şexsê Rêber APO de tevahî gelê Kurd û pêkhateyên herêmê yên azadiyê, demokrasî û jiyana bi rûmet dixwazin hedef digire. Rêber APO ê ku gel rakir ser piya û bi fikir û ramanên xwe riya gel ronahî kir, berxwedan misoger kir û li dijî zilmê tekoşîneke bê hempa da meşandin.

Li dijî hemu cûreyên qirkirinê sekinî û cesareta serhildanê di gel û pêkhateyên herêmê de çand. Tirsa dijmin ji fikir û ramanên Rêber Apo yê azad û demokratîk hebû loma bi rêya komployekê xwestin dawî li vê fikirê bînin û nehêlin pirsgirêka Rojhilata Navîn bi aramî çareser bibe. Dewleta tirk jî ji ber wê yekê tecrîdê li ser Rêber Apo dewam dike.”

Banga bilindkirina têkoşînê

Bi berdewamî hat destnîşankirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya tevahî civakê ye û wiha hat gotin: "Em di meclisa jin a Meclisa malbatên Şehîdan de soz didin xebatê xwe bi silogana "Dem dema azadiya Rêber APO ye" dewam bikin û dê li hemu qadan, kolan û meşan bin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em banga saziyên navdewletî, hiqûqî dikin ku bi erkê xwe rabin û vê tecrîdê bişkînin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk bînin."

Daxuyanî bi diruşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" dawî bû.