Kampanya îmzeyan li Şengalê bi dilgermî tê pêşwazîkirin

Kampanya îmzeyan a ji bo ku di serî de li Iraq û di asta navnetewî de fermana 74’an a bi ser civaka Êzidî de hat wek ‘Jenosîd’ bê erêkirin, li Şengalê didome.

Şengal – Di 13’ê Mijdara îsal de ku roja rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞ’ê ye, ji bo naskirina ‘Jenosîda Êzidiyan’ kampanyayek îmzeyan a bidest û dîjîtal hat ragihandin. Armanc ew e ku di serî de Iraq û hemû saziyên navnetewî û dewlet, fermana 3’yê Tebaxa 2014’an wek ‘Jenosîdê’ nas bikin. Kampanya ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û hemû sazî û dezgehên wê ve hatibû ragihandin. Meclîsa Gel û ya xweser a Xanesor, Serdeşt, Sinûnê û Digurê, di nav tax û kolanên Xanesorê de geriyan û îmze kom kirin. Xelkê Xanesorê û bi taybetî jî yên ku êşa fermanê kişandin jinên Êzidî bûn, eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê dan.

‘Divê Iraq jenosîdê nas bike’

Endama Meclîsa Jinê ya Xanesorê Nûrê Şengalî ji ajansa me re girîngiya kampanya komkirina îmzeyê nirxand. Nûrê Şengalî diyar kir ku hemû meclîs û dezgeh kom dibin û di nav xelkê de wekî grûp belav dibin. Nûrê wiha got: “Ji bo ku em îmzeyan li dijî nasnekirina jenosîda ku hatiye serê me kom bikin em vê xebatê dimeşînin. Gelek dewletan jenosîd binav kirine, lê mixabin heta îro Iraqê hê nas nekiriye. Banga me ji bo gelê me ew e ku em hemû bibin yek deng, ji bo ku em van fermanan vala derxînin. Em îmzeyan kom dikin ji bo ku em janosîdê bi Iraqê bidin erêkirin.”

‘Dema yekîtiyê ye’

Nûrê Şengalî bang li hemû kesî kir ku bibin yek û wiha got: “Civaka me guhertinek mezin jiyan kir, civaka me ya Êzidî ji her demê zêdetir li xwe xwedî derdikeve. Keç û jinên Êzidî îro perwerdekirî ne, çek û sîlah li milê wan e. Lê dîsa jî em di vê demê de di bin xeteriyê de ne. Banga me ji hemû miletê me re ye ku serî rakin, êdî bes e ji fermanan û esîr girtinê re, dema yekîtiyê ye. Pêwîste her kes rabe û îmzeya xwe bide û janosîdê bi cîhanê bide naskirin.”

‘Emê jenosîdê bi Iraqê bidin erêkirin

Endama Meclîsa Jinê ya Serdeştê Besê Avêsta bang li her kesî kir ku ji bo îmze kom kirinê kar û xebat bikin û wiha got: “Yê ku îmzeya xwe deyne tê wateya ku dengê xwe dide xwe, ji bo xwe kar dike û ked dide. Gelek dewletan jenosîd dîtin û binav kirin. Mixabin Iraqê hê nedîtiye. Ji bo ku em jenosîdê bidin erêkirin, çi ji destê me bê, emê bikin. Kampanya me cîhanî ye, ne tenê Şengalî ye. Ger ku Iraq heta niha li ser piya ye û parastî ye, ev bi xêra civaka me ye. Me DAIŞ li Şengalê şikand û gelek herêmên Iraqê parast. Banga me ji her kesî re heye ku bi riya sosyal medya û bi riya îmzeyên destan bila xwedî rolekî giring bin, ji bo jenosîdê bidin naskirin.”

‘Divê her kes îmzeya xwe bide’

Endama Meclîsa Digurê Semîre Sebrî jî da zanîn ku îmze komkirin wê li ser asta cîhanê be û wiha got: “Îro me wek aliyê şemalê Şengalê, dest bi komkirina îmzan kiriye. Em Şengalê xilas bikin emê berê xwe bidin herêmên cûda yên Iraqê, ji bo ku em jenosîdê bidin naskirin. Emê hewl bidin heta du milyon îmze kom bikin. Nêzî 14 dewletan jenosîda ku hatiye serê civaka me, binav kirine. Divê Iraq jî nas bike û binav bike. Şengal kirine navenda siyaseta xwe û peymanan li ser Şengalê îmze dikin, ji bo wê jî jenosîdê nabînin û binav nakin. Banga me ji hemû miletên azadîxwaz re ew e ku îmzeya xwe bidin, bi taybetî jî civaka me ya Êzidî divê îmzeyên xwe bidin. Yê ku êş jiyan kir û di fermanê re derbas bû em in, divê em dengê xwe bidin.”