Jinên Tûnisê ji bo stratejiyên nû yên têkoşînê bang kirin

Li Tûnisê jinên beşdarî komxebata derbarê rewşa jinan de bûn, diyar kirin ku divê roja jinên cîhanê, tenê nebe roja bibîrxistina kêmasiyan, bibe roja çareseriya parastina mafên jinan û rola wan a di civakê de bi hêz bike.

Tûnis – Li Tûnisê tevî ku qanûna hejmar 58 a sala 2017’an a ji bo ku jinan ji tundiyê biparêze heye,  rêjeya tundiya li dijî jinan zêde dibe. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Tora Parastina Mafên Mirovan a Tûnisê bi hevkariya komeleyên cûda yên mafên mirovan, derbarê rewş û rastiya jinên Tûnisê de komxebatek lidar xist.

Li Tûnisê jinên ku beşdarî komxebatê bûne, diyar kirin ku ji ber nebûna mekanîzmayên parastina jinan û ji ber ku bûne komên herî zêde bê parastin mane, divê hevgirtinên rast ên ku wekheviya zayendî ya civakî pêk tînin werin avakirin. Di komxebatê de aktivîsta mafên mirovan Doha Guellal ku di rêxistina Musawah de dixebite, fikarên xwe yên  derbarê xirabûna rewşa jinan a li Tûnisê de anîn zîman. Doha Guellal da zanîn ku pîrozkirina roja jinan de, ji bo pîrozkirina destkeftiyên xwe ji firsendekê zêdetir, divê zext û zoriyên ku zêde dibe werin bibîrxistin.

‘Herî zêde jin ji polîtîkayên heyî bandor dibin’ 

Doha Guellal  diyar kir ku tevî zagonên ku mafên jinan diparêzin hene, tundî zêde dibe û jin rastî tundiya derûnî, aborî û cûreyên cûda yên tundiyê tên. Doha wiha got: “Jin ji ber bêkarî, xizanî, di aliyê aborî de komên herî bê parastin in. Ji polîtîkayên heyî herî zêde jinên karkerên malan û gund, bi bandor dibin. Ji ber nebûna mekanîzmayên rast ên wan diparêzin, keda wan tê xwarin. Tevî zagona hejmar 54 a ku ji aliyê rayedarên Tûnisê ve hatiye erêkirin, rasterast bandora neyînî li aktivîstên jin ên siyasî kirine, bi sûcên azadiya îfadeyê tên girtin, ev jî dibe sedem ku jin li dijî destavêtinên siyasî û medyayê bê parastin bimînin. Wezareta Jin û Malbatê ku divê parastina mafê jinan bike, li cihê hevrûbûna tundiyê, vegeriyaye saziyek ku tundiyê ji nedîtî ve tê. Biryara hejmar 54’ an ku ji aliyê rayedarên Tûnisê ve hatiye erêkirin, rasterast bandorê li aktîvîstên siyasî dike.”

‘Dem hatiye yekbûnên rast ku wekheviyê pêk tînin bên avakirin’ 

Aktivîsta Komeleya Jinan a Yekitiya Efrîqa Salwa Kaiga destnîşan kir ku stratejiyên têkoşîna feminîst divê cardin were fikirîn. Salwa bang kir ku mêr jî di têkoşîna jinan de cîh bigirin û wiha got: “Li Efrîqayê piştî  qirkirinê ceribandina Ruandayê wisa kir ku jin di civakê de rola rêbertiyê bilîze, rê li ber guherîna ferasetê û mêr parastina wekheviyê bikin vedike. Ji aliyê hinek welatên Efrîqayê ve ji bo teşwîqkirina beşdariya mêran a di zayenda civakê de, bal kişand ser deklarasyona paytexta Komara Demokratîk a Kongo Kinşasa. Dem hatiye ku hevgirtinên rast ku wekheviyê pêk tînin, werin avakirin. Divê stratejiyên ku xwe dispêrin çalakiyên kolektîf, bandor û çembera têkoşîna femînîst ku hemû civakê bigre nava xwe, were berfirehkirin.”