Jinên Lubnanî di navbera agirê şer û berxwedanê de ne
Dijwariya şerê li Lubnanê xwe li her derê civakê ferz dikê lê jinên Lubnanê tevî zorî, zehmetî û qeyranan di rêvebirina van qeyranan de dibin aktorên sereke.
Navenda Nûçeyan – Şerê li Lubnanê êdî ne tenê bûyerek an jî pêvajoyeke demkî ye, bûye rastiyeke ku xwe li ser hûrgiliyên jiyana rojane jî ferz dike. Di nava vê rastiyê de jî jinên Lubnanî ya ku herî zêde ji vê rastiyê bi bandor bûye jî wê bar rakiriye, derdikeve. Di heman demê de ew bi zextên derûnî, civakî û aborî re jî rûbirû dimîne û ji jiyana xwe qadeke şer û pevçûnê ya rojane di navbera mayîn û berdewamiyê de çêdike. Her wiha hewl dide hevgirtina malbata xwe di nava şert û mercên herî diwar û kompleks de ku di asta herî jêr de jî îstîqrar û aramiyê çênake, biparêze.
Li Lubnanê şerên berdewam û krîzên li pey hev bûn sedem ku aramî li jîngehê nemîne faktorên siyasî, mezhebî û aborî bû awayekî kûr têkilhev dibin ku ev yek bû sedema qelskirina dezgehên hikûmetê û şiyana wê ya dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn kêm bkbe. Vê xirabûnê rasterast bandorê li jinan kiriye ku ew xwe rojane bi pirsgirêkên têkildarî dabînkirina xwarin, lênêrîna tenduristiyê û perwerdeyê re rû bi rû dibînin. Di siya kêmbûna piştgiriya têrker, lêçûnên jiyanê yên zêde û kêmbûna hêza kirînê de mane.
Jin di rêvebirina qeyranan de aktorên sereke ne
Jinên Lubnanî êdî ne tenê ji ber şer zirarê dibînin, di rêveberiya qeyranan de bûne aktorên sereke, ji ber ku ew neçar mane gelek berpirsiyariyên ku ne di nav rolên wan ên kevneşopî de bûn digrin. Ew hem debara jiyanê dikin, hem perwerdekar û rêveber in hem jî berpirsiyarên biryarên rojane ne di nava malbatê de. Ev veguherîn ne hilbijartinek, pêdiviyek ji hêla şert û mercan ve hat ferzkirin e ku bûye sedema derketina modeleke nû ya jinan ku qelsî û hêzê bi hev re dike yek û şiyana wan a mezin a adapteyî rastiyê ye, nîşan dide.
Warê Derûnî
Li ser asta pîsîkolojîk, jinên Lubnanî her dem di nava rewşeke bi aloz û fikar de dijîn. Ji ber ku tirsa domdar a ji pêşerojê, windakirina hesta ewlehiyê û berdewamiya krîzan heye. Ev rewş ji ber kombûna zextên rojane yên wekî zehmetiya dabînkirina pêdiviyên bingehîn her wiha tirsa pêşerojeke nediyar ji bo zarokan jî ku dibe sedema derketina gelek nexweşiyên psîkolojîk ên wekî depresyon, fikar, nexweşiyên xewê û hesteke domdar a westandinê, girantir dibe.
Bandorên pîsîkolojîk tenê bi aliyên hestiyarî ve sînordar namîmin. Di warê fizîkî de jî berdewam dikin û bi bandor in, ji ber ku gelek jin ji nîşaneyên tenduristiyê yên têkildarî stresa psîkolojîk ên wekî serêşa kronîk, nexweşiyên hundirîn, kêmbûna îştihaya xwarinê û westandina domdar dikşînin. Ev nîşane êşa jinan zêde dikin û şiyana wan a pêkanîna erkên wan ên rojane li gorî pêwîstiyê sînordar dikin.
Bandora şert û mercên aborî
Şert û mercên aborî yên dijwar û koçberiyê têkiliyên malbatî serûbin kir. Ev yek jî bû sedema kêmbûna piştgiriya civakî ku ji bo jinan çavkaniya ewlehiyê bûn. Di vê rewşê de jinan zêdetir para xwe ji zextên civakî û psîkolojîk girtin.
Di nava diyardeyên dijwar û şert û mercan de zêdebûna rêjeya tundiya malbatî û zextên aborî aloziyên psîkolojîk zêdetir kir. Hinek herêm jî şahidiya zêdebûna zewaca di temên biçûk de wekî riya ji bo reva ji xizaniyê yan jî wekî vebijarkek bi zorê di tunebûna alternatîfan de kirin ku vê yekê bandoreke neyînî li ser pêşeroja keçên ciwan dike û derfetên wan ên perwerde û xebatê sînordar dike.
Tevî van hemû zehmetiyan jî jinên Lubnanî şiyaneke bêhempa ya berxwedan û adaptebûnê nîşan dan. Ew di gelek waran de bû xwedî gelek destkeftiyan. Her wiha beşdarî nava însiyatîfên civakî û mirovî bûn. Piştgirî dan malbatên ku bi bandor bûne. Kampanyayên alîkariyê organîze kirin û piştgiriya psîkolojîk û exlaqî dan. Ev rol hêzeke hundirîn a mezin û îradeyeke rasteqîn a berdewamiyê tevî hemû şert û mercan diteysîne.
Warê aborî
Yek ji yên ku herî zêde bi bandor dibin jin in, ji ber ku hilweşîna qada aborî dibe sedema windakirina kar, rêjeya bêkariyê zêdetir dibe û mûçe kêmtir dibe. Ji ber nebûna parastina civakî, jin bi xizaniyê û rewşên dijwar re rûbirû dimînin.
Ji ber bêkariyê, jinên Lubnanî di peydakirina karekî sabît ji bo debara jiyana xwe de zehmetiyên pir mezin dikşînin. Her wiha ew di bazaran de di warê mûçe û derfetan de rastî cudakariyan tên, ji ber nebûna temînatên kar ber bi bazarên ne fermî ve diçin, wekî karên malê yan jî projeyên biçûk ên bê îstîqrar ku dahata tam ji bo peydakirina hewcedariyên malbatê bi cih bînin de kar dikin.
Ji ber nebûna piştgiriya saziyî û aborî her wiha şert û mercên bi aloz, jin rastî gelek zehmetiyan tên. Ev yek jî şiyana wan a avakirina karsaziyên xwe yan pêşxistina jêhatiyên xwe yên aborî sînordar dike. Ev rastî girêdana wan a aborî xurt dike û di şert û mercên heyî de bidestxistina serxwebûna darayî dijwartir dike.
Li aliyekî din jî jin bi pirsgirêkên din ên têkildarî lêçûnên bilind ên lênêrîna tenduristiyê û zehmetiya gihîştina xizmetên tibî re rûbirû dimînin. Nexasim li deverên ku binesaziya wan qels e. Kêmbûna dermanan û bihayê zêde jî barê darayî û pîsîkolojîk li ser jinan, nemaze yên ku berpirsiyariya lênêrîna nexweşan di nava malbatê de digrin, zêdetir dike.
Jin di xebatên mirovî de rolek mîhwerî dilîzin
Jin di xebatên mirovî de jî roleke girîng dilîzin, pêşengiya hewldanên alîkariyê di nava civakên xwecihî de dikin, beşdarî dabînkirina alîkariyê ji malbatên hewcedar re dibin û înîsiyatîfên xwebexş organîze dikin. Ew gelek caran van rolan bê bedêl pêk tînin ku ev yek barê li ser wan zêde dike û wan dixe bin stresa fizîkî û psîkolojîk.
Jin di nava malbatê de çavkaniya sereke ya aramiya derûnî ne
Bandora şer li ser jinan digihîje zarokan jî ji ber ku jin çavkaniya sereke ya aramiya derûnî ne di nava malbatê de. Dema ku ew ji ber stres an travmaya derûnî zoriyan dikşînin, ev yek rasterast li ser zarokan xuya dike û dibe ku nexweşiyên reftariyê bi wan re çêbibin. Şert û mercên aborî yên dijwar dikarin zarokan jî ber bi devjêberdana perwerdeyê û xebata di temenê biçûk de bibin. Bandorê li pêşeroja wan dike û xizaniyê di nava civakê de girantir û kûrtir dike.
Bandorên penaberiyê
Divê ku bandora koçberiya bi darê zorê li ser jinên Lubnanî neyê paşguhkirin. Ji ber ku gelek jin neçar dimînin ji bo lêgerîna ewlehî yan derfetên kar deverên xwe biterikînin. Ev yek jî wan ber bi xeterên nû ve dibe, neçar dimînin ji nava civakê dûr bikevin. Ev yek jî biyanîbûnê bi xwe re tîne, di heman demê de nexweşiyên spîkolojîk çêdike.
Di siya van mercan de valahiyeke diyarker di navbera zagonên navneteweyî yên ku mafên jinan mîsoger dikin û rastiya heyî de bi awayekî zelal derdikeve holê. Ji ber ku sazî ji şiyanên qels û bicihneanîna bi bandor a van qanûnan zehmetiyan dikşînin û jinan bê parastin dihêlin, bi taybetî di warê parastina ji tundiyê û dabînkirina piştgiriya pîskolojîk û aborî de.
Di hemû waran de pêdivî bi bihêzkirina jinên Lubnanî heye
Ji bo başkirina rewşa jinên Lubnanî hewcedarî bi hewldanên hevgirtî heye. Her wiha pêdivî bi xurtkirina xizmetên tenduristiya derûnî û peydakirina navendên piştgiriyê yên nêzî civakên xwecihî dest pê bikin ku alîkariyê bidin jinan ku êşên xwe derbibirin û piştgiriya guncaw bigrin. Her wiha divê kar were kirin da ku jin di aliyê aborî de bi riya peydakirina derfetên kar ên rastîn û bernameyên perwerdeyê yên ku alîkariya wan dikin bên xurtkirin, jêhatiyên nû bi dest bixin û wan ji bo ketina bazara kar amade bikin.
Aktîfkirina zagonên ku jinan ji tundiyê diparêzin
Girîngî bi çalakkirina zagonên ku jinan ji tundiyê diparêzin heye. Her wiha hişyarîkirina hişmendiya civakê li ser mafên jinan û girîngiya rola wan di avakirina civakan de. Wekî din jî piştgirîdayîna perwerdeya berdewam ji bo jin û keçan wekî yek ji rêbazên herî girîng e ji bo hêzdarkirin û serxwebûnê.
Pêşketinek rastîn bêyî beşdarkirina jinan di pêvajoyên biryardayîn û avakirina aştiyê de, nayê bidestxistin. Ji ber ku jin xwedî ezmûnên rastîn in ku ezmînên wan ji tecrubeyên rojane yên krîzan derdikevin. Ev yek dihêle ku çareseriyên rastîn pêşkêş bikin û ji bo aramiyê û xurtkirina hevgirtina civakî beşdarî xebatan bibin.
Jinên Lubnanî tevî zehmetiyan hê jî sembola berxwedan û biryardariyê ne
Di nava van zehmetiyan de, jinên Lubnanî hê jî sembola berxwedan û biryardariyê ne. Her wiha tevî şert û mercên dijwar wan îsbat kir ku şiyana wan berdewam bike. Ew ne tenê ji şer bi bandor dibin, di heman demê de di xebatên ji nû ve avakirina civakê û vegerandina hevsengiya wê de hevkarên sereke ne.
Pêşeroja Lubnanê bihêzdarkirin û dabînkirina jîngehe bi ewle mumkin e
Pêşeroja Lubnanê bêyî hêzdarkirina jinên wê û dabînkirina jîngehek bi ewle ku jiyana bi rûmet û beşdariya çalak di jiyana giştî de mîsoger bike, nayê bidestxistin. Ev yek hewce dike ku îradeyek siyasî ya rastîn û hevkariya di navbera aliyên cuda de hebe da ku jin di navenda planên pêşketin û ji nû ve avakirinê de cih bigirin.
Jin hêzeke veşartî ye
Di dawiya de, axaftina li ser jinên Lubnanî di çarçoveya şer de behsa hêzek veşartî ye ku li hemberî şikestinê li ber xwe dide û îradeyek ku tevî hemû şert û mercan jî naçe. Ew çîrokeke rojane ya berxwedanê ye ku hêjayî gotinê ye, piştgirî lê tê kirin û vediguhere xalek destpêkê ber bi pêşerojek dadperwertir, hevsengtir û wekhevtir. Veberhênana li ser jinan xaleke destpêkê ya bingehîn e ji bo her pêvajoyeke başbûnê ya rastîn, ji ber ku civakek hevseng bêyî mîsogerkirina mafên jinan û hêzdarkirina wan di hemû astan de nayê avakirin.
* Endama Akademiya Jineolojî û Aktîvîsta Civakî Mehasên Med-Elah