Jinên Koye: Dijmin aramiya Kurdistanê naxwazin
Bi şerê di navbera Îran Emerîka û Îsraîlê de, herêma Federal a Kurdistanê bû hedefa êrîşan. Bi êrîşên dron û fuzeyan gelek kes hatin kuştin û zirara madî çêbû. Jinên li bajarokê Koye yê Hewlêrê gotin ku dijmin aramiya Kurdistanê naxwazin.
Koye – Ji ber şerê di navbera Îran, Emerîka û Îsraîl ku hewl tê dayîn Herêma Federal a Kurdistanê jî bikşînin navê; her roj li ser bajarên Başûrê Kurdistanê êrîşên bi dron û fuzeyan çêdibin. Ev êrîş tenê nabin sedema zirara madî û mirina mirovan, di serî de jin, di navbera gelê herêmê de fikarên mezin çêdikin lewre yên ku rasterast ji şer bi bandor dibin û zirarê dibînin jin in. Ji ber ku navçeya Koye ya Hewlêrê çend car in ji aliyê rejîma Îranê ve tê hedefgirtin, jinên li navçeyê bi fikar in. Jinan diyar kir ku gelê Kurd şiyar e û her dem axa xwe diparêze.
‘Dijmin hewl didin li welatê me aramî û ewlehiya nehêlin’
Semîre Yasîn a ku li Koye ya ku dikeve herêma sînor mamoste û aktivîst e, diyar kir ku salên berê wan agirê Newrozê bi awayê taybet vêdixistin lê îsal nikaribûne tu çalakiyek ji bo Newrozê li dar bixin û wiha got: “Me îsal agirê Newrozê vênexist, em nikaribûn biçin ger û geştê. Em perçeyek ji vî şerê qirêj ê li ser me tê ferzikirin nîn in. Dijmin naxwazin Herêma Federal a Kurdistanê bi aram bibe, hewl didin welatê me bikşînin nava xeterê. Her roj li ser serê me bi dron û fuzeyan êrîş dikin. Gelo me çi kiriye ku wisa dikin tu sûcê me tune ye.”
‘Em ê her dem axa xwe biparêzin’
Semîre Yasîn got ku dê dijmin nikaribin aramiya Kurdistanê xirab bikin û wiha domand: “Kurd gelek şiyar û zana ne. Divê Herêma Kurdistanê nekişînin nava vî şerî, xwe biparêzin. Em ê her dem welatê xwe biparêzin. Van bûyeran bandorê li ser hemû Kurdan dikin. Min her sal Newrozê bi daxwazek mezin pîroz dikir û agir vêdixist lê mixabin îsal nikaribûm pîroz bikim. Bi talimata rayedaran ji bo ewlehiya mirovan me agir vênexist û pîrozbahiyên girseyî li dar nexist. Me berê ji mehek beriya Newrozê ve amadekarî dikir, cilên neteweyî didirût, xwe û zarokên xwe amade dikir lê îsal em nikaribûn pîroz bikin. Zarokên me her dem dipirsin dibêjim me çima îsal Newrozê pîroz nekir. Em ji wan re dibêjin ji ber rewşa em tê de ne loma. Berê berf û baran jî bûya me pîroz dikir lê niha her tişt rawestiyaye. Dibistan jî girtî ne û mirov di nava tirs û xofê de ne. Iraq bêdeng dimîne, li ber çavên her kesê Îran Kurdistanê hedef digre. Hêvîdar im di demek kurt de ev rewş bi dawî bibe.”
‘Em hêvîdar in axa me were parastin’
Nîgar Hemedemîn a li Koye dijî diyar kir ku ji ber rewşa heyî bi fikar e û wiha got: “Em Kurd her sal bi coşeke mezin li benda vê rojê bûn û me agirê Newrozê vêdixist lewre Newroz cejna Kurdan e lê mixabin îsal nebû. Ji ber vê rewşa nebaş mirov nizanin çi bikin. Em dixwazin Iraq hem yekbûna axa xwe hem jî ewlehiya herêmê biparêz. Bila ev şer ji Kurdistanê dûr be lewre şer tişteke pir xirab e.”
Nîgar Hemedemîn di dawî de got: “Ev şer, şerê me nîn e lê hewl didin sîrayetî me bikin. Ji ber vê em careke din ji Iraqê dixwazin yekbûna welat biparêze lewre em her dem di nava tirsê de ne û ev rewş bandorên neyînî çêdike.”