Jinên ji Reqayê: Divê sûcdarên komkujiyan bên darizandin

Jinên ji Reqayê daxwaz kirin ku berpirsiyarên komkujiyên li dijî sivîlên li peravên Laziqiye û Suweydayê ji aliyê civaka navneteweyî ve werin darizandin. Jinan peyama "Gelê Sûriyeyê yek gel e; tu hêz nikare me ji hev veqetîne" dan.

NÛR EL-EHEMED

Reqa – Jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser komkujiyên dawî yên li Suweydayê yên li dijî civaka Durzî û sûcên qirkirina zarok û jinan, pêlek şermezarkirin û redkirinê nîşan dan. Li hember van kokujiyan daxuyanî dan û xwepêşandan lidar xistin. Jinan fikarên xwe yên li ser pêşeroja Sûriyeyê ji ber feraseta tundrew a cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ku welêt bi rêve dibin, anîn ziman.

Jinên kantona Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne li zihniyeta cîhadîstên HTŞ'ê û siyaseta wan a şerê mezhebî û gotinên nefretê di rêveberiya Sûriyeyê de kirin. Jinan fikarên xwe yên derbarê xetera nûjenkirina îdeolojiya DAIŞ'ê ya li welêt de anîn ziman.

'Fitne û pevçûn ji nişka ve derneketin'

Baraa El-Casêm komkujî û tawanên dawî yên li dijî civaka Durzî şermezar kir û destnîşan kir ku Sûriye îro şahidiya şer û pevçûnên mezhebî dike. Baraa anî ziman ku komkujiyên dawî ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam ve li dijî civaka Durzî hatine kirin, ji yên li dijî civaka Elewiyan ku ne cuda bûne û wiha got: “Van komkujiyan cudahî nexistin navbera zarok, kal û pîran an jinan. Ew bi awayekî nezagonî hatin dardakirin û hemû zagonên mirovî û mafên zarokan binpê kirin. Fitne û pevçûn ji nişka ve derneketine, ji hêla destên veşartî ve ji berê ve hatine plankirin ku dixwestin gelê Sûriyeyê parçe bikin û ewlehî û aramiya wê têk bibin."

‘Heman feraset û siyaset e’

Baraa El-Casêm derbarê têkçûyîna hêviyên xwe yên di pêşeroja Sûriyeyê de anî ziman. Baraa got ku "Hêviya me ew bû ku rejîma Baasê ya otorîter ku siyaseta yek reng û yek netewe dimeşand, bi hikûmetek çêtir biguherînin da ku gelê Sûriyeyê azadiya xwe ya siyasî û rewşenbîrî, azadiya derbirînê û azadiya jinan bidest bixe. Mixabin hêviya me têk çûye. Îro, rastiya li Sûriyeyê ji duh xirabtir e, ji ber ku feraseta cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam di desthilatdariya xwe de heman siyaseta rêjîma Baasê dimeşîne."

'Helwesta civaka navneteweyî lekeyek li ser mirovahiyê ye'

Beraa helwesta civaka navneteweyî ya li ser bûyerên li Sûriyeyê diqewimin rexne kir. Beraa destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê li ber çavên hemû cîhanê rastî binpêkirinan tê û wiha axivî: "Civaka navneteweyî li hember van komkujiyan bertek nîşan nedaye. Helwesta wê lekeyek li ser mirovahiyê ye. Piştî ku El-Şeraa desthilatdarî girt ser xwe, her çend ew ketibû lîsteya terorê jî pêşî lê negirtin. Divê destûreke bingehîn a Sûriyeyê hebe ku maf û azadiyên hemûyan garantî bike û divê rêveberî piralî û nenavendî be, bê cudakarî, nijadperestî, an jî dûrxistina tu komekê. Em gelên Sûriyeyê yek in û xwedî nasnameyeke neteweyî ya yekgirtî ne."

'Wêneyekî nezelal pêşeroja Sûriyeyê tehdît dike'

Nûr Elî Ebdullah jî helwesta xwe li ser komkujiyên li deverên peravê û Suweydayê nîşan da û wiha got: "Em van sûcên ku bi navê mezhebperestiyê hatine kirin red dikin. Ev sûc li ser bingeha wê rastiyê hatine kirin ku ev kes Elewî an Durzî ye û divê were kuştin. Em vê cudakarî û dabeşkirina di navbera gelê Sûriyeyê de bi tevahî qebûl nakin. Sûriye rewşek kaosê ewlehiyê û nebûna aramiyê dijî. Ji ber vê berdewamiya van pêkanînan dê Sûriyeyê vegerîne nav çerxek şer û her wiha pêşeroja Sûriyeyê tehdît dike. Wek gelê Sûriyeyê, em dubarekirina senaryoya şer qebûl nakin. Me şer, pevçûn û xwînrijandin têra xwe dîtine. Ji ber vê pir girîng e ku pirrengiya nenavendî li seranserê Sûriyeyê were bicîhkirin."

'Divê hesab bê pirsîn’

Nûr Elî Ebdullah ezmûna herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên wê de pesinand û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li herêmê gelek pêkhate hene û her pêkhate xwedî azadî û mafên xwe ye. Gel bi hev re dijîn, di rêveberiya herêmê de parve dikin û Sûriyeyê li gorî prensîbên pirrengî û nenavendî ava dikin. Nasname, netewe û zimanê me divê nebin sedema krîz û pevçûnek nû. Divê rêveberiya nû van komkujiyan rawestîne û mafên hemûyan di Sûriyeya nû de werin garantîkirin. Her wiha sûc û komkujiyên meydanî yên li dijî sivîlan, zarok û jinan werin belgekirin da ku edalet ji bo malbatên mexdûran pêk were."