Jinên ciwan bi navê jin jiyana komînal e komxebatek li dar xist
Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Kobanê ji bo parastin û bihêzkirina xebatên komînan komxebat li dar xist. Di komxebatê de gelek biryarên girîng hatin girtin.
Kobanê – Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Kobanê di çarçoveya xebatên entegresyonê ku tên meşandin, parastina pergala xwe û destkefiyên wê komxebatek li dar xist. Jinên ciwan bi taybetî di vî warî de rêxistinbûn û pergala komînê girtin dest.
Komxebata ku bi sernavê “Jin jiyan e jiyan jî komînal e” li hola Rêveberiya Xweser hat lidarxistin bi dehan jinên ciwan û nûnerên saziyên civaka sivîl, Asayîşa Jin, YPJ’ê û Kongra Star amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê endama komîteya ciwanan a PYD’ê Evîn Cimo axivî û got: “kombûna jinên ciwan a îro zanistî ye. Divê em bi heman feraset û bîrdoziyê jî ji nû ve komînên xwe birêxistin bikin û weke jin rola pêşeng bilîzin.”
Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Çîçek Kobanê got ku kombûna jinan a di vê komxebatê de tê wateya xwedîderketina li rola dîrokî ya Rêber Apo.
Piştre komxebat li gorî bernameyê bi xwendina belgeyên “Pirsgirêka civak, dewlet û entegresyona demokratîk” û “komîn” ên ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine amadekirin hatin xwendin.
Piştre jî beşderan mijarên komxebatê bi berfirehî nirxandin û nêrînên xwe anîn ziman.
Herî dawî bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bê serok jiyan nabe” komxebat bi enbi dawî bû.
Encam wiha ye:
“Şer û qeyranên ku li Rojhilata Navin û cîhanê diqewimin bi hemû germahiya xwe didomin. Rêber Apo bi pêşdîtinên xwe vî şerê dît û xwest çareseriyek bide avakirin. Li ser vê esasi pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' destpê kir. Di vê pêvajoyê de rola jinan, di avakirina civakeke demokratîk de stratejiya me ya têkoşînê divê çawa be, Rêber Apo berfireh û zelal dest girt.
Ji destpêka dirokê ve heta roja me ya îro pêşengên civaka komînal û demokratîk jin bûn. Niha jî ew erka dîrokî dikeve ser milên jinan ku li hemberî şer û pevçûnên desthilatdar û hêzên hegemon civakê bi rêxistin bikin û bikaribin parastina xwe bi nirxên komînal û civaka demokratîk bikin. Li ser vê esasê di komxebatê de li ser entegrasyona demokratîk û avakirina komînan nîqaşên girîng hatin meşandin û encameke xurt di aliyê têkoşîna jinan de bi pêş ket.
Xalên ku di encama komxebatê de derketin holê ev bûn:
Civakê ji destpêkê ve heta roja me ya îro di nava pencên dewlet û desthilatdariyê de gelek texrîbat dît lê ruxmê vê yekê tu carî ji nirxên ku xwe li ser ava kiriye, nirxên exlaqî û polîtîk dev berneda. Ji komên nêçîrvan ên zilam heta kujerên kastîk ên roja me ya îro beramberî kuştin, qirkirin û tundiyê çareseriya herî esasî komîn e. Li ser vê esasî jin pêşengên jiyana komînal in û xwedî berpirsiyariya dîrokê ne.
Bi pêşengiya Rêber Apo pêvajoya avakirina civaka demokratîk destpê kir. Bi vî awayî Rêber Apo dixwaze pirsgirêka di navbera civak û dewletê de çareser bike. Sê şerên cîhanê nîşan dan ku dewletên heyî nikarin pirsgirêkan çareser bikin û her pergala hatiye avakirin nakokiyan xurttir dike. Têkoşîna azadiya jinan rastiyek dide îsbatkirin ku nirxên civaka komînal ger neyên parastin civak tê tepisandin û pelçiqandin. Rêbaza xweparastinê rêxistinbûna xwe li ser esasê komînê avakirin û vê xurtkirin e.
Entegrasyona demokratîk divê ne wekô teslîmiyet, ne jî weke helandin were fêmkirin. Ji bo vê yekê fêmkirina pêvajoyê bi lêhûrbûn, nîqaş, perwerdeyan dibe. Li ser về esasî ji her demê zêdetir xwegihandina jinên her derê, civîn û kombûnên jinan, xwedî girîngiyeke mezin e. Li hemberî parçebûn û dûrxistina jinan ji hev, anîna jinan a gel hev esasê kar û xebatan e.
Di nava vê pêvajoyê de bersiva herî esasî avakirina komînane. Ji bo ku em bikaribin ji her milî ve vê pêvajoyê fêm bikin û rast tevlî bibin em ê komînên demokratîk ava bikin. Ji ber ku ya civakbûnê ava dike komîn e. Ya ku vê komînê ava dike jin e. Yanî her kombûna jinan, her berhemeke ku jin ava dike komîn e û dibe malê civakê.
Bêguman dema komîn werin avakirin dê proje û rêxistin bên avakirin dê perwerde hebe. Ev yek jî komîn xwe bi xwe dike. Li ser vê esasê avakirina komînên jinan, di vê carçovevê de meşandina kar û xebatan dê esas bê girtin. Bi dehan komînên jinan, çand, werzîş, perwerde û hwd. divê werin avakirin. Di warê zanebûn û rêxistinbûnê de xurtkirina jinan esas e.
Di pêvajoya entegrasyonê de tistê ku teqez tawîz jê nayê davîn bêguman azadiya jinan e. Li ser vê esasî di hemû saziyan de hebûna jinan parastin, xurtkirina rêxistinên jinan girîng e. Di vê çarçoveyê de hemleya YPJ ya 'Em hemû YPJ ne' xurtkirina YPJ’ê meşandina têkosîna ji bo vê yekê divê were esasgirtin.