Jinên Şengalê: Em ê bibin dengê gelê Rojava

Jinên Êzidî li hember êrîşên li ser Heleb, Şehba û herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê bi gelê Rojava re bin û li her derê bibin dengê wan.

CÎLAN ROJ

Şengal – Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Her roja ku dîmenên hovane yên çeteyan dikevin ser medyayên dîjîtal, wan dîmenan beriya 10 salan tîne hişê mirovan.

Nerazîbûnên li hemberî êriş û hovîtiya çeteyên girêdayî dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî jî, her diçe zêde dibin. Jinên Êzidî têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk, ji ajansa me re axivîn. Jinan diyar kirin ku dê heta dawî piştgirî bidin gelê Rojava û li dijî her cureyên êrişan jî bi hêza xwe li ber xwe bidin.

‘Cîhan dîsa li hember êrişan ker û kor e’

Endama Meclisa Jin a Sinûnê Edûl Şemo anî ziman ku dinyayê li dijî êrişên çeteyan ên li ser Heleb, Şehba û herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwe ker û kor kiriye. Edûlê wiha got: “Gelê Heleb û Şehbayê beriya niha jî ji ber êrişên çeteyan koçber bibûn. Êrişa li ser gelê Rojava êrişa li ser gelê Şengalê ye, Rojava nîn be Şengal jî nîn e. Em heta dawiyê piştgiriya wan dikin û çi ji destê me bê em ê bikin. Heta êrişên li ser gelê Rojava rawestin û azad bin, em ê her li ser piya bin.”

Edûl Şemo talankirina xweza Efrînê ya ji aliyê çeteyan ve tê kirin bi bîr xist û destnîşan kir ku çete tenê êrişî mirovan nakin, êrişî kevir û daran jî dikin. Edûlê helwesta xwe ya li hember van êrişan bi van gotinan anî ziman: “Axa me şerefa me ye, axa me namusa me ye, em ne axa xwe berdidin ne jî Rojava. Heta ku mirovek li Rojava hebe dê li ber xwe bide, ji bo vê me bi hezaran şehîd dan. Dê serkeftin her gelê Rojava be. Heta yek ji me hebe em ê piştgiriya Rojava bikin.”

‘Em ê bibin dengê gelê Rojava’

Endama Meclisa Jinan a Sinûnê Welat Cano da zanîn ku ew heta dawiyê bi gelê Rojava re ne û ev tişt anî ziman: “Bila gelê Rojava baş bizanibe ku em heta dawî bi wan re ne, çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê bibin dengê wan û bigihînin cîhanê. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de em rastî fermanê hatin. Wê demê em ne perwerdekirî û birêxistinkirî bûn. Lê niha em xwedî rêxistinbûnê ne û em ê wek jinên Êzidî bi hêza xwe li dijî her êriş û dagirkeriyê li ber xwe bidin.”

‘Ji bo gelê Rojava çi ji me bê xwestin em ê bikin’

Di heman mijarê de endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo jî ev nirxandin kir: “Destpêkê em kesên ku li dijî çeteyan şer kirin û şehîd bûn bi bîr tînin û bi hurmetî bejna xwe li ber wan ditewînin. DAIŞ îro naveke dîtir li xwe kiriye û di bin vî navî de êrişê li mirovên bindest dike. Mixabin ev çend roj in çete êrişî xelkên Rojava dikin, qetil dikin, li hemberî vê qetlîam û hovîtiya çeteyan ka exlaq ka însaniyetî? Îro em li vir parêzvanên xelkê Rojava, hesabgirên wan in. Dewletên navneteweyî li hemberî vê hovîtiyê çi dikin. Em ê heta dawiyê piştgiriya wan bikin, barê ku dikeve ser milê me em ê rakin, ji her milê ve ji Rojava re bibin alîkar. Ji bo gelê Rojava çi ji me bê xwestin em ê bikin.”