Jinên Êzidî piştgirî dan pêngava ‘Na ji darvekirinê re'

Ragihandina Jin, Yekitiya Jinên Ciwan û Navenda Çand û Hunera Stiya Nexşa yên Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî dan kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re.’

Şengal – Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî cezayên darvekirinê yên li dijî Pexşan Ezîzî û Şerîfa Mihemedî di 12’ê Tebaxê de dest bi pêngavek kir. Ji gelek aliyan ve piştevaniya pêngavê hat kirin. Ragihandina Jin, Yekitiya Jinên Ciwan û Navenda Çand û Hunera Stiya Nexşa yên Şengalê bi daxuyeniyeke nivîskî piştgirî dan pêngavê.

Daxuyanî bi vî rengî ye;

“Em biryara cezayê darvekirinê yê dewleta Îranê, li ser Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhamadî daye, bi hêrseke mezin û bi tundî şermezar dikin. Ev cezayê darvekirinê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em vê biryara ku di şexsê aktîvîstên jin Pexşan û Şerîfe de hatiye dayîn, biryareke li hemberî tevahî jinan dibînin û dibêjin wê tû êrîş nikaribin hêz û îradeya jinan bişkîne, meşa wan a azadiya bide sekinandin. 

‘Îdam hêrsa jinan zêdetir dike’

Li Îranê jî jin li her qada jiyanê bi êrîşên qirkirinê re rûbirû ne. Piştî kuştina Jîna Emînî li Rojhilat û Îranê pêla serhildana jinan dest pê kir û belavî cîhanê bû. Êrîşên li hemberî jinan zêdetir bûn. Em hemû êrîşên li dijî jinan tên kirin bi helwesteke tund red dikin. Cezayê îdamê yê li jinan tê birîn, rêbazeke herî hovane, yê dermirovî ye. Ger bi cezayê darvekirinê dikaribûna têkoşîn û lêgerîna jinan a azadiyê asteng bikin wê bi darvekirina Şîrîn Elemhulî, Reyhane Cebarî û gelek jinên din ev yek pêk hatibûya lê tê dîtin darvekirin hêrsa jinan zêdetir dike, lêgerîna wan a azadiyê bihêztir dike. Jin xwe li dijî sîstema dijminê jinan zêdetir bi rêxistin dikin.

‘Wê tekoşîna li hemberî desthilatdariya mêr-dewletê nesekine’

Di vê serdema ku jin bi ruhê jin, jiyan, azadî têkoşînê dimeşînin û li her derê li ber xwe didin wê tu hêz nikaribe îradeya jinan a têkoşînê bişkîne. Hevriyên meşa azadiyê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemadî ji bo neheqiya li hemberî jinan tê kirin, têkoşînê dimeşandin. Rojnamevan Pexşan ji bo têkoşîna jinan ragihîne weke rojnamevana jin, dixwest bibe dengê jinan. Şerîfa Muhemadî li dijî neheqî û kuştina jinan têdikoşiya. Cezayê darvekirinê li Zeynep Celaliyan jî hatibû birîn lê têkoşîna yekgirtî ya jinan gav bi rejîma îranê paşve da avêtin. Eger têkoşîn hatibûya xurtkirin û berdewamkirin wê bi temamî cezayê heta hetayî jî hatibûya rakirin. Ev nimûne vê nîşanî me dide: Eger em têkoşîneke hevpar û yekgirtî bidin meşandin, zexta raya giştî ya jinan zêde bibe, rejîmeke herî zilimkar jî neçar dike gav bi paş ve bavêjin. Di vê demê de helwest û sekneke wiha ji me hemû jinan tê xwestin.

Me weke jinên Êzidî êşên giran di fermanên hatin serê me de kişandin. Em îro êşa her jinekê di dilê xwe de hîs dikin. Em jî sekna li hemberî vê biryarê ji bo xwe erkeke mirovî, jinperwerî û exlaqî dibînin.

‘Wê şoreşa jinan biser bikeve’

Em weke Ragihandina Jin, Yekitiya Jinên Ciwan û Navenda Çand û Hunera Stiya Nexşa yên Êzidxanê, bang li hemû jinên azadîxwaz ên li ser xeta ‘Jin Jiyan Azadî’ dimeşin dikin ku li dijî cezayê darvekirinê û bi taybetî cezayê ji bo hevriyên me Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhamedî hatiye dayîn, têkoşînê bilind bikin. Em bi vê helwesta xwe piştgirî didin kampanyaya Yekitiya Ragihandina Jin YRJ’ ya bi dirûşma ‘Na ji darvekirinê re’ careke din bang li hemû jinan dikin ku li hemberî desthilatdariya mêr û pergala dijminahiya jinan dike bi ruhekî hevgirtî têkoşînê bilind bikin. Wê şoreşa jinan a bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bilind dibe bi ser bikeve.”