Meşa jinan: Em destûra ku vîna jinan nas nake qebûl nakin

Jinên Kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî danezana destûrî ya ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve hat îmzekirin meşiyan û destnîşan kirin ku ew danezana destûrî ya ku vîna jinan nas nake qebûl nakin.

Qamişlo – Danezana destûrî ya ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya HTŞ’ê ya cîhadîst ve hat îmzekirin. Di danezana ku hat îmzekirin de li gel ku hiqûq weke hiqûqa Îslamî tê qebûlkirin, gelek xalên ku li dijî azadî û vîna jinan e cih digire. Jinên Kantona Cizîrî li bajarê Qamişlo li dijî danezana destûrî ya hatiye îmzekirin meşek li darxistin.

Meş bi dirûşmeya “Destûra ku mafê jin û pêkhateyan ne parêze em qebûl nakin” û bi tevlîbûna bi sedan jin û endamên Rêxistina jin û Jinên Meclisa Malbatên Şehîdan ji çarxereya Osman Sebrî destpê kir û li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner rawestiya.

Jinan bal kişand ser komkujiyên li peravên Sûriyeyê

Piştî deqeyek rêzgirtin Rêveberiya Kongra Star Rîhan Loqo axivî. Rihan Loqo wiha got: “Ji 6’ê Adarê ve heta îro li aliyê Perava Sûriyeyê  ku bi awayekî hovane HTŞ’ê ya cîhadîst êrîşên qirkirinê li ser jin û zarokên Elewî pêk tîne em van êrîşan şermezar dikin. Nayê qebûlkirin ku tevahî mirovahiyê çavên xwe li hemberî van qirkirinan girtiye. Hovîtîya ku li ser jinan  ji tundî, destdirêjî, revandin û tecawizkirin ku pêk tê nayê qebûlkirin. Bêdengiya navnetewî em tu carî qebûl nakin, ji bo wê jî em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cesaretekî xurt û  bi armanca ku em piştgiritiyê bidin tevahî jinan bi taybet jinên Elewî yên ku bi kuştin û qirkirinê re rû bi rû tên. Em dengê xwe ji qada şoreşa jin bilind dikin  û em dibêjin hun ne bi tenê ne jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pişta we ne. 

‘Em destûra ku mafê jin tê de nebe qebûl nakin’

Berî du rojan ku danezana destûrî hat îmzekirin. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destûra ku mafê jin û nasnemeya wê tê de tune ye tu carî qebûl nakin. Ev destûr jî me temsîl nake. Em dibêjin sîstema ku îrade, hêz, birdozî û destkeftiyê jin di nava xwe de nehewîne ne sîstemekî demokratîk e. Em ji qadên şoreşê û têkoşînê dengê xwe bilind dikin û dibêjin gelê Sûriyeyê zedetirî 12 salan e bê navber li hember neheqiyê û sîstema olperestiyê têdikoşe. Gelê Sûriyeyê li hember vê yekê bi pêşengiya jin û ciwanan li tevahî Sûrî bi serhildan û berxwedan tevahî qadan kirin qadê têkoşînê. Sûriye bi mozayika xwe ya pir rengî, çandî, olî û pirzimanî tê naskirin. Destûra ku gel, pêkhateyan û jinan di nava xwe de ne hewîne em qet qebûl nakin.” 

Meş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.