Jinan ji Stenbolê bang kirin: Em dengê Pexşan Ezîzî ne

Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî erêkirina biryara cezayê darvekirinê yê li aktivîst û rojnameger Pexşan Ezîzî hat birin, li Stenbolê daxuyanî da. Jinan diyarkir ku cezayê darvekirina jinan sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî) li dijî erêkirina  biryara cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hat birîn, li pêş Sefaretxaneya Îranê ya li Fatîha Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê dan. Jinan di çalakiyê de dowîzên “Bila Îran cezayê darvekirinê rewestîne”, “Em dengê Pexşan Ezîzî ne”, “Azadî ji bo Pexşan Ezîzî” rakirin û bê navber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Jinan li vir pankarta “Li Îranê cezayê darvekirinê rawestînin” vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê.

‘Em vê biryarê nas nakin’

 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû  axivî û  got: “Em îro li pêş Sefaretxaneya Îranê li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî kom bûne. Em vê biryarê nas nakin. Em bang li hemû raya giştî dikin ku li dijî vê biryara dermirovî dengê xwe bilind bikin. Em li gel jinên ku li Rojhilata Navîn rastî tundiyê tên têdikoşin in. Rejîma faşît a Mola ya Îranê ji roja ewil ve bi biryarên cezayê darvekirinê dixwaze jinan ji têkoşîna wan dûr bixe. Rejîma Mola ya Faşîst dixwaze bi biryara darvekirinê têkoşîna jinan a azadiyê asteng bike. Pexşan Ezîzî, gotibû ew dizane bedelên azadiyê giran e, lê ew ji bo azadiyê amade ye ku bedelê bide. Em bang li hemû raya giştî ya Tirkiye û dewletên cîhanê dikin. Pexşan Ezîzî parazvanek mafên mirovan e. Rojnamegerek jin e. Têkoşînek azadiyê ye. ji ber vê yekê bûye hedefa Rejîma Mola ya Îranê. Em dizanin li hemû Rojhilata Navîn li dijî jinan polîtîkayên tundiyê pêş dixin.”

‘Dest ji van polîtîkayan berdin’

Halîde Turkoglû diyarkir ku ew dibêjin bila ev qetilkirin, komkujî bi dawî bibe û wiha got: “Em dibêjin parastina aştiyê, parastina mafên mirovan û parastina wekheviya jiyanê ye. Em dibêjin dest ji van polîtîkayan berdin. Em dibêjin Jin Jiyan Azadî.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî,” “Bimre rejîma mola ya Îranê” bi dawî bû.