Ji xizmên windayan dengê edaletê: Bila kujer û berpirsiyar bên darizandin

Xizmên Windayan û ÎHD’ê, di çalakiyên xwe yên li çar bajaran de daxwaza eşkerekirina çarenûsa Vedat Aydin, Haci Mihci û Îkram Mîhyaz û darizandina berpirsyaran kirin.

Navenda Nûçeyan – Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), vê hefteyê jî bi armanca pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û balkişandina ser siyaseta bêcezatiyê, li çar bajaran li hev civiyan. Di çalakiyan de daxwaza eşkerekirina kiryarên Vedat Aydin, Haci Mihci û Îkram Mikyaz û darizandina berpirsyaran hate kirin. Her wiha hate tekezpêkirin ku wê têkoşîna li dijî windakirinên di binçavan de û bêcezatiyê bidome.

Colemêrg

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê, çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiya hefteya 234’emîn de aqûbeta Haci Mihci yê ku di sala 1987’an de li Geverê bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest dabû, hate pirsîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. Çalakî piştî xwendina serpêhatiya Haci Mihci bi dawî bû.

Amed

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiya xwe di hefteya 908’emîn de berdewam kirin. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarteke ku wêneyên windakiriyan li ser bû hate vekirin. Malbatên windayan, malbata Vedat Aydin, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de kujerên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin hatin pirsîn; ew kesê ku di 5’ê Tîrmeha 1991’an de ji mala xwe ya li Amedê hatibû binçavkirin û cenazeyê wî di 7’ê Tîrmehê de li navçeya Maden a Xarpêtê hatibû dîtin.

‘Dewlet hewl dide me bixapîne’

Destpêkê hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin axivî û diyar kir ku kujerê Vedat Aydin eşkere ye. Aydin wiha got: “Kujer dewlet bi xwe ye. Dewlet hewl dide me bixapîne. Ger dewlet dilsoz bûya niha evqas kiryarên nediyar tunebûn. Ew mirovên winda hemû sivîl bûn. Ji malên wan hatin girtin û birin. Bi wan kesan re ne çek, ne top û ne jî bombe hebûn. Ger Serokkomar bixwaze, dikare kiryarên ku eşkere ne derxîne holê. Û dîsa dubare dikim; kujerê me dewlet e.”

Çîroka Vedat Aydin

Piştre endama Desteya Rêveberiya ÎHD’ê Eylem Kaya çîroka Vedat Aydin xwend û wiha vegot: “Vedat Aydin di sala 1953’an de li Bismilê ji dayik bû. Di sala 1990’an de ji ber axaftina xwe ya bi kurdî ya di mîtînga Enqereyê de hat girtin û paşê di pêngava siyaseta demokratîk de wekî Serokê Rêxistina HEP'ê ya Amedê hat hilbijartin. Di 5’ê Tîrmeha 1991’an de li mala xwe, ji aliyê kesên ku xwe wekî polîs didan nasîn hat binçavkirin. Du roj şûn de, di 7’ê Tîrmehê de cenazeyê wî yê ku îşkenceyên giran lê hatibûn kirin, li navçeya Madenê ya Xarpêtê hat dîtin. Di merasîma cenazeyê wî de ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, ji ber êrîşa hêzên paramîlîter herî kêm 8 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn. Dosya û kujerên Vedat Aydin ku 35 sal in nehatine darizandin, heta îro jî wekî birîneke kûr a edaletê di rûpelên dîrokê de cih digire.”

Çalakî piştî xwendina çîroka Vedat Aydin û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê, di hefteya 744’emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê li hev civiyan. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD’ê, xizmên windayan û gelek welatî amade bûn û wêneyên kesên hatine windakirin hildan. Di çalakiya Êlihê de jî kujerên siyasetmedarê kurd Vedat Aydin hatin pirsîn. Rêveberê ÎHD’ê Alî Karadogan çîroka qetilkirina Vedat Aydin xwend. Çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Îzmîr

ÎHD’a Îzmîrê, di çalakiya protestoyî ya vê hefteyê de aqûbeta Îkram Mikyaz û Vedat Aydin pirsî. Malbata Îkram Mikyaz jî beşdarî çalakiyê bû. Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Mustafa Kizartici di çalakiyê de behsa têkoşîna Îkram Mikyaz kir û diyar kir ku ew di têkoşîna sendîkayî û çalakiyên demokratîk de her tim li pêş bû.