Ji UNICEF’ê ji bo zarokên li Xezayê hişyariya alîkariya lezgîn

Li Xezaya ku di êrîşên Îsraîlê de rastî hilweşandinek mezin hat, UNICEF'ê banga zêdekirina alîkariya mirovî ya ji bo zarokan kir.

Ji UNICEF’ê ji bo zarokên li Xezayê hişyariya alîkariya lezgîn

Navenda Nûçeyan – Piştî du salên êrîşên Îsraîlê, Zîvala Xezayê bi hilweşandin, koçberiya komî û zêdebûna êşên gel re, yek ji herî giran a qeyrana mirovahî dijî. Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zarokên li Xezeyê piştî êrîşên dijwar û hilweşandinê ya Îsraîlê di bin şert û mercên mirovahiyê yên gelekî trajîk de dijîn. UNICEF’ê, destnîşan kir ku pêwîste ji bo zarokan bi awayekî lezgîn parastin, piştgiriya derûnî û alîkariya xurekê bê mîsogerkirin.

‘Herî zêde zarok bandor dibin’

UNICEF'ê, agirbesta nazik a li Zîvala Xezayê wekî "tîrêja hêviyê" nirxand û diyar kir ji vê derfetê sûd wergirt û xebatên xwe yên alîkariyê zêde kir. UNICEF’ê, bang kir ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên ji zarokên herî zêde bandorbûnê, agirbest bê domandin û hemî deriyên sînorî bên vekirin. Ev hişyariya UNICEF’ê, di bin siya dorpêç û astengkirina derbasbûna alîkariyan ê Îsraîlê ya rûxmê peyaman agirbestê de hat. UNICEF’ê, balkişand ku rewşa heyî metirsiya kûrkirina karesata mirovî ya ku bandorê li zêdetirî milyonek zarokên li Zîvala Xezayê bike, hildigre.