Ji meşa jinên ciwan: Em ê azadiyê misoger bikin

Li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên ciwan li dijî komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hat meşandin, meşek girseyî lidar xistin.

Qamişlo- Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyê derket û berê xwe da Moskovayê destpê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de li paytexta Kenyayê bi dîlgirtina wî encam da. Li dijî vê komployê jinên ciwan yên kantona Cizîrê meşek li bajarê Qamişloyê li dar xistin û komplo şermezar kirin. Meş bi dirûşmeya “Bi têkoşîna Jinên Ciwan Em ê Dîwarê Îmraliyê Hilweşînin û bi Rêber Apo re Azad Bijîn” pêk hat. Meşa bi tevlîbûna bi dehan jinên ciwan û endamên Rêxistina Kongra Star çêbû, ji çerxerêya Şehîd Rûber dest pê kir û li pêşiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê rawestiya.

‘Em ê Azadiyê misoger bikin’

Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Yekîtiyên Jinên Ciwan Betûl El-Semîr têkildarî meşê axivî. Betûl El Semîr balkişand ser komploya navnetewî û wiha got: “Em jinên ciwan tu car komploya ku li ser Rêberê me hatiye kirin qebûl nakin û vê komployê şermezar dikin. Em tevgera jinê, bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo gihîştin roja îro. Çawa ku Rêber Apo ji bo azadiya me têkoşiya û hate dîl girtin. Niha di zîndanê de ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe, em ê tûbikoşin heta ku azadiya wî bi dest dixin. Em ê xwedî li tekoşîn û berxwedana Rêber Apo derkevin. Bi fikir û felsefeya wî em ê dagirkeriyê têk bibin.

‘Dewleta tirk hewl dide derbeyê li destkeftiyên şoreşê bide’

Betûl El-Semîr tekezkir ku li hember hemû cureyên siyasetan wê li kolanan bin ê Rêber Apo azad bikin û got: “ Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bê navber li ser herêmên me didomîne. Pêşengên şoreşê hedef digre û li Bendava Tişrînê bi hovane êrîş dike. Bi van êrîşan dagirkeriya dewleta tirk hewl dide derbeyekê li şoreşa rojava bide û destkeftiyên wê biçewsîne. Em berxwedana şervanên xwe yên QSD’ê silav dikin û piştevaniyên xwe jê re radighînin. Em ê her tim li kolanan bin, çalakiyan li dar bixin, heta ku em azadiyê û serkeftinê bi dest dixin û Rêber Apo fîzîkî azad dikin.”

Meş bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” dawî bû.