HENAN HERÊT
Mexrib – Înîsiyatîfa "Ji Zilma Li Dijî Jinan Re Na” di çarçoveya Çalakiyên 6 Rojî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, di 16’ê Kanûnê de bi rêya Zoomê panelek bi sernavê "Di Şerê 15’ê Nîsanê de Tundiya Bêdeng a Li Dijî Jinan” li dar xist. Di panelê de cûreyên tundiya nedîtî yên li dijî jinan û bandorên wan ên derûnî, civakî û mafparêz hate nîqaş kirin.
Panel, balkişand li ser xwezaya şerê navxweyî ya şerê li Sûdanê û şêwaza perçekirina tevna civakî. Şer şêwazên kûrtir û nedîtî yên tundiya li dijî jinan eşkere kir; di aliyên xwe yên derûnî û avahîsaziyê de kêm tên dîtin, lê bandora wê kûrtir e.
‘Jin bedela tirs û koçberiyê didin’
Aktîvîsta Sûdanî Ehlam Naser, diyar kir ku jin bi qasî ji sedî 75 penaberên li Sûdanê pêk tînin û bi domdarî eşê dikşînin. Ehlam Naser, destnîşan kir ku jinan tevî hemû windahiyan berxwedanek mezin nîşan dane û diyar kir ku xeyala herî bingehîn a jinan ew e ku di malên xwe de bi ewlehî bijîn. Ehlam Naser, balkişand ku şerên navxweyî civak bi kûrahî parçe dike û got: "Dema ku bira li dijî hev şer dikin, jin bedela tirs, şeran û koçberiyê didin. Gelo di vê hawîrdora parçebûnê de serkeftiyê şer kî ye?”
‘Tundî û zext ji nû ve tê hilberandin’
Aktîvîst Nagia Al-Waseela, destnîşan kir ku tundiya li dijî jinên li Sûdanê ne "bêdeng" e, "veşartî" ye û diyar kir ku pevçûn civakê ji hundir ve parçe dike û hevgirtina jinan qels dike. Nagia Al-Waseela, got ku tundiya derûnî ya bêhişmend, bi rêya avahiyên baviksalar zilmê ji nû ve dihilberîne, xweserbûn û rûmeta jinan ji destê wan digre û jinan bi êrîşa zayendî re rû bi rû dihêle. Nagia Al-Waseela, da zanîn jinên li Sûdanê êdî ne ji şer bandor dibin, piranî caran dibin perçetek a planên pevçûnê. Nagia Al-Waseela, destnîşan kir ku nebûna yekîtîyê di navbera jinan de rola wan a pêşîlêgirtinê qels dike û banga ji nû ve avakirina gotarek jinan a zelal û bêtawîz kir.
‘Hişyarkirina jinan destpêka têkoşînê ye’
Parêzvana mafên mirovan Amna Alwan, rola jinan di şerê li dijî tundûtûjiyê de lêpirsin kir û destnîşan kir divê jin heta wê astê rûbirûyê xwe bibin ku lawaziyên xwe veguherînin hêz e û li dijî tundiyê derbikevin. Amna Alwan, diyar kir hişyarkirina jinan destpêka têkoşînê ye û divê jin bi hişmendiyekê werin bihêzkirin ku maf û hewcedariyên xwe yên rasteqîn fam bikin. Amna Alwan, wiha got: "Bav, mêr, bira an jî kurek nikare bibe parêzvanê hişmendî an jî rûmeta jinê. Azadî tenê bi daxwaza mafan re nabe, bi çalakiyê şênber a di jiyana rojane de pêkan e.”
Aktîvîst Ghada Mekî, diyar kir ku jinên astengdar di dema şer de ji aliyê derûnî, fîzîkî û civakî ve bêtir lawaz dibin û nebûna polîtîkayên parastinê û xizmetan, vê rewşê girantir dikin.
Panel, bi nîqaşkirina tundiya li dijî jinên Sûdanê, fêmkirina bandorên nû yên pevçûnê û ji nû ve avakirina gotarek jinan a li ser bingeha hişmendiyê bi dawî bû. Beşdaran, diyar kirin xurtkirina hevgirtina jinan û rola çalak a jinan a di pêvajoya aştiyê de ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û avakirina aştiyê ya li Sûdanê gavekî bingehîn e.




