Ji jinên Êzidî daxwaza hevpar: YPJ’ê nas bikin
Jinên Êzidî bibîr xistin ku YPJ’ê Şengal ji çeteyên DAIŞ’î parastiye û xwestin dewleta Suriyeyê YPJ’ê weke parastina civakê nas bike.
Şengal – Di çarçoveya entegrasyona demokratîk a Suriyeyê de ji 9’ê Çileyê ve xebatên entegrasyonê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de ji bo entegrasyona QSD’ê ya nav artêşa Suriyeyê gelek hevdîtin hatine çêkirin û heta radeyekê ev pirsgirêk hatiye çareserkirin. Lê Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê heta niha naxwaze heza parastina jinê YPJ’ê nas bike û di nav artêşê de cîh bigre. Her çiqas gelek hewldan hatibin kirin jî heta niha gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Lê belê israr û tekoşîna jinan a ji bo naskirina YPJ’ê jî, berdewan dike.
Di çarçoveya vê tekoşinê de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan, li Rojava di 26’ê Nîsanê de ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re, bi dirûşma ‘Em hemû YPJ ne, YPJ nûnertiya me dike’ kampanyayek da destpêkirin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî beşdariya xwe ya kampanyayê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Di daxuyaniyê de dayîkên nemiran û endamên meclîsan amade bûn hest û nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Em dixwazin YPJ bi fermî were naskirin’
Dayîka Xoxê Feqîr weke dayîkek û jinek Êzidî piştevaniya xwe ya ji bo YPJ’ê eşkere kir û wiha got: “Ev çend sal in li hember dijmin hêza jinê li ber xwe dide, jinan diparêze, zarokan û tevahiya civakê diparêze. Di fermana 2014’an a li ser Şengalê de, me hêza wan dît. Me jî ji wan û perwerdeya wan hêz girt. Ji ber van sedeman em weke jinên Êzidî piştevaniya wan dikin û em dixwazin YPJ bi fermî were naskirin. Hêza jinê, tiştekî li dijî civakê û nebaş nake. Hêzeke parastin, ewlehî û baweriyê ye. Em jî dibêjin, ‘em bi we re ne.’ Divê ew hêz bê qebûlkirin. Em çima wisa dibêjin? Ji ber ku me ji fermanên hatin serê me, tecrûbe girtine. Di fermanê de em bi gelek zahmetiyan re rûbirû man û ew hatin hawara me. Bi çekên sivik ku bi qasî têra parastina mala xwe dikir bûn. Ger kesekî bixwaze zordarî li me bike, niheqî li me bike; bi wan çekên sivik em bikaribin weke jinên Êzidî parastina xwe li beramber dijmin bikin. Em hêviyê ji Xwedê dikin ku ew bên qebûlkirin. Ger heqî, rastî û qanûn hebin, wê bên qebûlkirin jî. Em dixwazin weke jin parastina xwe bi xwe bikin.”
‘Di fermana 2014’an de YPJ bi hawara me ve hat’
Neam Zoravayî bi bîr xist ku YPJ’ê di fermanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi hawara Şengalê ve hatiye û wiha pê de çû: “Hêzên YPJ’ê nehiştin weke fermanên berê bi serê me de bên. Bi xêra wan îro jin bûne xwedî hebûn û serbilind in. Bi xêra YPJ’ê jin bipêş ketin, heta niha jî tekoşîna xwe berdewam dikin. Em jî dixwazin YPJ bê fermîkirin û dewlet jî wê hêzê nas bike û YPJ jî bibe beşek ji hêza ewlekariya Suriyeyê. Em serkeftinê ji hemûyan re dixwazin. Em dizanin ku dijmin nabe dost, ji ber wê jî divê YPJ’ê berxwedana xwe berdewam bike.”
‘Em ê li ber xwe bidin û hêza xwe çêkin’
Leyla Şeref jî bal kişand ser fedakariya YPJ’ê ku ji bo wan kiriye û hestên xwe wiha anîn ziman: “Hêzên YPJ’ê di fermanê debi hewara me ve hatin , ked di ber me de dan. Hêza me ya jinan qewî kirin. Bi xêra wan jin rabûn ser piyên xwe. Em jî dixwazin ev hêza me jî ji aliyê Suriyeyê ve bê qebûlkirin. Hêzên pergalê naxwazin jin bibin xwediyê hêza xwe, dixwazin bindest bin. Heta ji me tê em ê rabin ser xwe û em ê li ber xwe bidin û hêza xwe çêkin.”