Li Bexdayê ji jinan pêyama hevpar: Divê tu kes li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne

Nunerên jin ên Başûrê Kurdistanê û jinên Êzidî peyama xwe ya li dijî dagirkeriyê radestî rayedaran kirin û dan diyarkirin ku divê tu kes êdî ji ber berjewendiyên xwe li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne.

Bexda - Komek ji jinên nûnerên Başûrê Kurdistanê û jinên Êzidî dûh li Bexdaya paytexta Iraqê piştî Konfaransa Navnetewî ya Jinên Iraqê peyama xwe ya hevpar ya li dijî êriş û dagirkeriya dewleta tirk radestî rayedaran kirin. Jinan di pêyama xwe de dan diyarkirin ku divê tu kes li dijî êrişên dagirkeriyê bêdeng nemîne.

Hevseroka Tevgera Azadiya Komela Kurdistanê Tara Hesên bi bîr xist ku ew sefaretxaneyên li herêma Kurdistanê dengê jin û hemwelatiyan nagihînin, ji ber wê ew bi xwe xwestine dengê xwe bigihînin rayedarên li Bexdayê.

“Dagirkeriya dewleta tirk hemû pîvanên exlaqî binpê kirine”

Tara Hesên bal kişand êrişên dewleta tirk a li ser xaka Kurdistanê û wiha got: “Dewleta tirk rojane çekên kimyewî li çiyayên Kurdistanê bi kar tîne, hemwelatiyan qetil dike, gund, bajar û bajorêkên Başûrê Kurdistan û Iraqê topbaran dike. Armanca dewleta tirk ne tenê gelê kurd e, dixwaze wilayeta Musil bixe bin desthilatdariya xwe. Di vê demê de êrîşkirina li ser hemwelatiyên Ereb jî dide nîşandan ku ji bo dewleta tirk ne giring e ku hemwelatî ji kijan netewê ne, giringî dide armancên xwe. Armanca wî li Iraqê nakokî çêkirin e.”

“Siyaseta dewleta tirk û desthilata Başûrê Kurdistanê çarenûsa kurdan xistiye metirsiyê”

Tara Hesên dest nîşan kir ku zihnyeta dewleta tirk, her wiha zihniyeta desthiladarênli Başûrê Kurdistanê û hevkariya wan a bi hev re çaranûsa kurdan ber bi rewşek xirab ve dibê, ji ber wê weke pêwîste li hemberî vê têkoşîna jinê bê bihîstin. Tara Hesên wiha domand: “Hewla me ji bo pêşxistina demokrasîya di navbera hemû rêgez û bawerî û pêkhateyên cûda ye. Ji ber ger pergalek demokratîk li Iraqê çênebe, nakokî çênabin. Em dixwazin dengê rast yê gel bigihînîn, da ku tû hêz nekaribin destwerdanê bikin. Her wiha êdî dewlet û hêzek din nikaribin biryarê li ser çarenûsa gelên din bidin û siyaseta xwe di xaka Iraqê de bi cih bikin. Divê gelê Iraqê xwedî îrade be û bi aştiyane li Iraqê bi gelên cûda re jiyan bike, em hemû dagirkerî û siyaseta dewleta Iraqê şermezar dikin.”

“Em ê bi yekgirtinê pêşî li dagirkeriyê bigrin”

Her wiha nûnerên jinê Êzidî yên Şengalê jî peyama xwe ragihandin û wiha gotin: “Dewleta tirk ne tenê êrîşî ser Iraq û herêma Kurdistan dike, li ser Şengalê jî heta niha ev êrîş berdewam e. Ji ber wê ne tenê tirkiye, hemû desthilatdarên weke PDK û û hikumeta Iraqê ku li hemberî êrîşan bêdeng e em şermezar dikin. Diviyabû hikumeta Iraqê li hemberî van êrîşan xwedî helwest be, lê belê heta êrîşa herî dawî jî tû helwestek nîşan neda, ji ber dizanîn Kurd in. Divê hikumeta Iraqê li hemberî hemû êrîşên dewleta tirk dengê xwe derbixe. Em piştgiriyê didin ew hêzên ku li hemberî dagirkeriyê disekinin û em amade ne bi hemû awayî helwesta xwe nîşan bidin. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin, heta ku armanca jinan ya berxwedan, azadî û aştiyê sernekeve.”