Ji hunermend û rewşenbîrên jin li dijî êrişan bang
Hunermend û rewşenbîrên jin ên bal kişandin li ser êrişên dewleta Tirk û peyama piştgiriya bi YPJ û QSD re anîn ziman, ev bang kirin: “Pêwîst e em weke hunermendan bibin yek û piştgiriyê bidin hêzên xwe.”
ŞÊRÎN MUHAMMED
Qamişlo – Ji 8’ê Kanûna 2024’an heya niha êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî didome. Li hemberî êrişan di çeperên şer de YPJ û QSD berxwedaniyek mezin nîşan dide, li aliyê din gel bi berxwedana xwe ya li Bendava Tişrînê û hemu deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li destkeftiyên xwe derdikevin. Hunermend û rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştgiriya xwe ya ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin re diyar kirin.
Endama Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cezîrê Hasîne Ehmed, peyama xwe ya ji bo hêzên berxwedêr bi van gotinan vegot: “Ji hilweşandina rejîma Sûriyeyê vir ve, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke dîrokî ya hesas re derbas dibe. Piştî ku rêveberî ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam ve hat desteserkirin, dihat payîn ku êrîş û şerên li ser axa Sûriyeyê bi dawî bibin lê mixabin tu tiştek neguherî, bêrovajî vê êrişên hêzên Tirk ên dagirker û çeteyên wî yên bi pere yên li ser herêma me zêdetir bûn.”
‘QSD û YPJ bi hemû hêza xwe li hemberî êrişan li ber xwe didin’
Hasîne Ehmed, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Êrişên çeteyên artêşa Tirk ên dagirker ên li ser bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê îro jî didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin bi hemû hêza xwe li hemberî êrişan li ber xwe didin. Çeteyên bi pere yên herêma Minbicê dagir kirine, sûcên hovane yên mîna înfazên li maydanê, qetilkirina jin û sivîlan, dizî û talankirinê dikin. Her wiha ruxmê hemû êrişan jî ji aliyê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ve tu tevgerek nîn e.”
‘Jin sembola berxwedan û rûmetê ne’
Hasîne Ehmed bi gotina; "Em bi dil û ruh li kêlaka Hêzên Sûriyeya Demokratîk in” destnîşan kir ku jin li dijî dijminên azadî û gelan di eniyên herî pêş de cihê xwe digrin. Hasîne Ehmed, wiha got: “Em îro bi saya hêzên xwe yên leşkerî û fedakariya şehîdên xwe dijîn. Jin sembola berxwedan û rûmetê ne. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li seranserê cîhanê belav bû.”
Hasîne Ehmed, bang li hemû mirovan kir ku piştgiriya xwe bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin û got: “Gelên bêhêz dibin qurbana planên dewletên kapîtalîst ên li dijî gelên azad. Em ji ber vê bi têkoşîn û berxwedana hêzên xwe û zarokên xwe şanaz in.”
‘Tevahiya civakê têkoşiyan û şoreşa xwe heta îro parastin’
Hunermend Bêrîvan Botan jî bi gotina; "Em ê bi hêz û yekitiya xwe dijminên xwe bin bixin” piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin diyar kir. Bêrîvan Botan, wiha got: “Ji destpêka Şoreşa Rojava vir ve bênavber têkoşînek mezin hebû. Tevahiya civakê, jin, zarok û mêr têkoşiyan û şoreşa xwe heta îro parastin.”
‘Pêwîst e em piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî’
Bêrîvan Botan, diyar kir ku piraniya hunermendên Rojavayê Kurdistanê bi stran û berhemên xwe piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin û wiha bi dawî kir: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hêza xwe li kêlaka hev disekinin û wê tu caran dev ji ax û çanda xwe bernedin. Ez bang li hemû hunermendên Kurd ên li seranserê Kurdistanê û cîhanê dikim ku girêdana xwe ya bi axê û hêzên xwe yên leşkerî re diyar bikin. Pêwîst e em weke hunermendan bibin yek û piştgiriya xwe ji bo hêzên xwe yên leşkerî yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî şer dikin, nîşan bidin.”