Ji Elewiyên koçber re civîn hat lidarxistin

Meclisa Bajarê Dêrikê ji bo Elewiyên ku ji herêmên peravê koçber bûne, civînek li dar xist.

Dêrik – Ji ber şer û komkujiyên ku vê dawiyê li herêmên perava Sûriyeyê hatine kirin, hejmarek malbatên Elewî hatin bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Meclisa Bajarê Dêrikê bi armanca birêxistinkirina malbatên Elewî û bicihanîna pêwîstiyên wan, îro civînek ji wan re li dar xist.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Dêrikê bi amadebûna bi dehan Elewiyan pêk hat.

Rêveberê Meclisa Bajarê Dêrikê Ceger Mihemed di civînê de axivî û girîngiya birêxistinkirina civakê û têkoşîna ji bo başkirina rewşên civakî, aborî û siyasî destnîşan kir.

Ceger Mihemed li dijî planên ku li ser pêkhateyên Sûriyeyê têne kirin banga hevgirtin û birêxistinêkirinê kir.

Di dawiyê de li daxwazên beşdaran hat guhdarkirin.